Bi hezaran şêniyên herêma Firatê û Minbicê daketin qadan 2020-03-03 16:31:08   KOBANÊ- Bi hezaran şêniyên herêma Firatê û bajarê Minbicê meşeke girseyî li pira Qereqozax li dar xistin û şewitandina daristana Girava Îmraliyê şermezar kirin.   Bi armanca şermezarkirina şewata ku di 27’ê Sibatê de li daristana Girava Îmraliyê dertekiye, bi hezaran şêniyên herêma Firatê, bajarê Minbicê, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl li pira Qereqozax meşeke girseyî li dar xistin. Gel di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Kes nikare roja me tarî bike" û "Pêwist e tavilê derheqê Rêber Apo de agahî were dayîn" hilgirtibûn.   'Komploya navneteweyî bi rêbazên cur bi cur berdewam dike'   Gel ji pira Qereqozax heta Baxçeya Serokatî meşiyan. Paşê bi deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Star a herêma Firatê Felek Yûsif teqez kir ku îro tevahî gelê herêmê li ser piyan in û wiha domand: "Dewletên navneteweyî 21 sal in komploya navneteweyî di kesayeta Rêber Apo de li ser tevahî gelên azadîxwaz didin meşandin. Bi girtina Rêber Apo, tecrîda girankirî û êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê, komploya navneteweyî berdewam dike. Dixwazin projeya netewa demokratîk a Rêber Apo û herî zêde jî şoreşa jinê tune bikin. Tu carî em vê bêedaletiyê qebûl nakin. Îro kesayetek wek Rêber Apo di zindanê de di bin tecrîda girankirî de ye û dewletên dagirker û desthilatdar jî li herêmên me kiryarên qetilkirin, talankirin, koçberkirin û wêrankirinê didin meşandin. Cîhan li hember van êrîşan bê deng e. Heta ku azadî û demokrasî li Rojhilata Navîn belav bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin."   'Gelê herêmê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin'   Her wiha li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce û li ser navê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya sivîl a Minbicê Mihemed Elî şewata daristana Girava Îmraliyê şermezar kirin û gotin: "Rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, gelên bindest û ji bo mirovahiyê têkoşîn dike. Şewata ku li Girava Îmraliyê ji aliyê dewleta tirk ve derket, berdewamiya komployê ye. Ji roja derketina agir heta roja me ya îro tu agahiyên me ji rewşa tenduristiya Rêber Apo tune ye. Tiştê ku li Girava Îmraliyê diqewime û rewşa ku niha herêm tê de derbas dibe girêdayî hevdu ne. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî hemû planên dewletên navneteweyî xwe bi rêxistin dikin û li ber xwe didin."   Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.