Li Stewreya Mêrdînê hevdîtina jinan pêk hat 2020-03-03 15:31:58   MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Stewrê hevdîtina jinan pêk anîn. Parlamenter Semra Guzel di hevdîtina jinan de axivî û got: "Ne tenê di 8'ê Adarê de divê her roj bi hev re bin."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de îro li navçeya Stewrê ya Amedê hevdîtina jinan pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdîn Semra Guzel û endam û rêveberên HDP'ê ya bajêr û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de stran hatin gotin, govend hat girtin û dirûşm hatin berzkirin.    Parlamenter Semra, di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku divê jin di her pêvajoyê de bi hev re bin û got: "Jin tenê ne di 8'ê Adarê de divê her roj bi hev re bin. Dema em bibin yek em ê li dijî şer û zextan bêtir têbikoşin. Gelek jin hene ku li dîrokê navên xwe nivîsandine. Jinên kurd bi berxwedana xwe hêza xwe nîşan dan. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em li hemberî zext û zordariyê tu carî serî natewînin."   Piştî axaftinan hevdîtina jinan bi belavkirina kefiyên mor bi dawî bû.