Cenazeyê Aysel Koç teslîmî malbata wê kirin 2020-03-03 15:25:34   ENQERE - Cenazeyê Aysel Koç ku li Girtîgha Jinan a Sîncanê jiyana xwe ji dest da teslîmî malbata wê hat kirin.   Cenzeyê Aysel Koç a ku ji doza Partiya Maoîst Komunîst (MKP)  cezayê muebeta giran lê hat birin û li GIrtîgeha Jinan a Sîncanê dima ku tê îdakirin întîhar kiriye, teslîmî malbata wê hat kirin. Parlamenterên DHP'ê Dîlşad Canbaz Kaya, rêvberên HDP'ê yên Enqereyê û yên ÎHD'ê jî li gel malbatê cih girtin.    Hat ragihandin ku cenaze bi rêya hewayî wê bibin Stenbolê. Birayê Ayselê Gungor Koç, diyar kiribû ku wê cenaze bibin Cemxaneya Gazî ya Stenbolê û wê li Goristana Gaziyê defin bikin.