Bi boneya 8’ê Adarê li navçeya Koçeratayê semîner hat dayîn 2020-03-03 15:22:07   QAMIŞLO - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, Komîteya Perwerdeya Kongreya Star a Dêrikê li navçeya Koçerata, semînerek li dar xist.   Bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkftin e" di çarçoveya bernameya 8'ê adarê de çalakiyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Îro jî bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Kongreya Star a Dêrikê li navçeya Koçerata ya girêdayî bajarê Dêrîkê ya Kantona Hesekê têkildarê 8'ê Adarê semînerek hat dayin. Di semînerê de bi dehan jin amade bûn.    Piştî deqeyek rêzgirtin, semîner ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Kongreya Star a Dêrîkê Hîba Çeto ve hat dayin. Hîba 8'ê Adarê li tevahî jinên kedkar pîroz kir û wiha got: "Di sala 1987'an de bi hezaran jin ji bo mafê jinê daketin qadan û 8'ê Adarê bû Roja Jinê ya Cîhanê. Her sal 8'ê Adarê tê pîroz kirin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jin bû xwediyê mafên xwe. Dê jin her dem di nava çalakiyan de be da ku bigihêje azadiya xwe."   Paşê sinevîzyon li ser girîngiya 8'ê Adarê bi axaftina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pêşandan.    Semîner bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.