Yekîtiya Êzîdiyan têkildarî şewitandina daristana Îmraliyê daxuyanî da 2020-03-03 13:53:47   ŞEHBA -Yekîtiya Êzîdiyên Herêma Efrînê li dijî şewitandina daristana Îmraliyê daxuyaniyek da.   Ji bo şewata bi guman ku di 27'ê sibatê de li daristana Girava Îmraliyê rû dabû, Yekîtiya Êzîdiyên Herêma Efrînê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê, Yekîtiya Jinên Êzîdî, sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî Orîvan Menen ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    "Komploya navneteweyî ku bi destên dezgehên îstîxbarata dîplomasî û rêxistinên navneteweyî pêk hat û heta roja îro dewam dike, em şermezar dikin. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li ser Gelê Kurd tê meşandin. Fikir û felsefeya Rêber Apo Gelê Kurd ji mirinê şiyar kir. Piştî mudexaleyên dewleta tirk ên li dijî welatên Rojhilata Navîn qeyranên navxweyî hatin avakirin. Ji bo ku tirkiye van krîzan veşêre her  koçberan li hember yekîtiya neteweyî bi kar tîne.   Di 27'ê Sibatê de agir bi daristana Îmraliyê xistin. Em jî wek Kurdên Êzidî bang li tevahî cîhanê, neteweyên yekbûyî, CPT û hemû saziyên mafên mirovan dikin da ku rê li pêşiya hevdîtina parêzerên Rêber Apo vebikin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.