Li Rihayê jinan kefiyên mor diyarî jinan kirin 2020-03-03 13:51:35   RİHA - TJA û Meclîsa jinan a HDP’e yê bi munasebeta roja jinên kedkarên cîhanê li avahiya xwe kefiyên mor diyarî jinan kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê bi minasebeta 8'ê Adarê kefiyên mor diyarî jinan kirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevseroka HDP'ê ya bajêr, hevşaredarên HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê tevlî bernameyê bûn.    Jinan piştî belavkirina kefiyeyan dirûşm berz kirin û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan strana "Keça Kurda" gotin û govend gerandin.   Piştî govend gerandinê çalakî bi tilîliyan bi dawî bû.    Herwiha piştî diyarîkriina kefiyên li jinên hatin avahiya HDP'ê, Parlamenter Ayşe Surucu li gel jinan çû li malan jî serdana jinan kir û kefiyên mor li wan belav kirin. Parlamenter Ayşe di serdanê de ji jinan re wateya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê  vegot û hemû jin vexwendin pîrozbahiya 8'ê Adarê.