Aysela MKP'yî di hevdîtina xwe ya dawî de gotiye ' min ji vir sax dernaxînin' 2020-03-03 13:09:03   ENQERE - Birayê Aysel Koç a MKP'yî ku tê îdakirin di Girîgeha Jinan a Sîncanê de dawî li jiyana xwe aniyê Gungor Koç diyar kir ku dema Ayselê bi bavê wî re axivîya gotiye, 'Wê min ji vir sax dernexînin'. Gungor anî ziman ku gardiyanan zext li Ayselê kirine û ji aliyê revberiya girtîgehê ve jî bi pêkanîneke cuda re rûbirû maye.    Hat îdakirin ku Aysel Koç a girtiya ji Partiya Maoîst Komunîst (MKP) li Girtîgeha Jinan a Sîncanê întîhar kiriye. Li gel ku rêveberiya girtîgehê ji parêzer û malbata Ayselê re got "întîhar kiriye" parêzer jî got piştî rapora otopsiyê wê sedema mirina ayselê diyar bibe.    Birayê Ayselê ku Gungor Koç ku ji bo cenazeyê xuşka xwe bigire çû Saziy Tipa Edlî, hevdîtina dawî ku bi xuşkar xwe re kiribû parve kir.   Gungor diyar kir ku Aysel ji sala 2012'an ve girtî bû, herî dawî jî di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de bû. Gungor anî ziman ku di daneşîna biryarê ya di meha çileyê de hat dîtin li Ayselê cezayê muebeta giran û 30 sal jî cezayê girtîgehê hatibû birîn. Gungor diyar kir ku piştî ayselê hatiye girtin nexweşiya epîlepsiyê lê peyda bûye û wiha berdewam kir: "Ji heman dozê 4 hevalên hev bi hev re diman. Daraza bilind di daneşîna dawîn de piştî ku cezayê wan erê kir rêveberiya girtîgehê jî ew ji hev  cuda kirin. Ji me re gotin întîhar kiriye .Lê min tenê rûyê wê dît ez encama opopsiyê nizanim."   Di hevdîtina dawîn de gotiye 'min ji  vir sax bernadin'   Gungor anî ziman ku herî dawî berî bi 3 mehan bi xuşka xwe re axivî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ne bi min re dema bi bavê min re axivîbû gotibû 'min ji vir sax bernadin'. Piştî wê dema bi min re axivî diyar kir ku gardiyan zextan lê dikin û rêveberiya girtîgehê jî li dijî wê cuda tevdigere."   'Bahsa polîtîkayên bêzarkirinê dikir'   Gungor diyar kir ku Aysel jineke bi biryar û berxwedêr bû û wiha berdewam kir: "Piştî biryar hat aşkerakiirn ez careke din di meha çileyê de çûm gitîgehê. Ayselê diyar dikir ku biryar dadgehê polîtîk e û ew li pişt fikrên xwe ye, lê dixwazin wê bêzar bikin.  Dema ku ez herî dawî çûm hevdîtinê li gel wan çend gardiyan jî hatibûn . Dema ku min got çima evqas zêde ne got 'ji bo min hatine'.  Gor 'dema vegerim jî dibe êrîşî min bikin'. Mînak meha borî ji me kinc xwestibûn. Piştî ku girtîgehê biryara dadgehê kir meriyetê 4 heval ji hev cuda kirin. Nexweşiya xuşka min a epîlepsiyê bi pêş ketibû. "    Gungor herî dawî diyar kir ku rêvberiya girtîgehê bi şev li wan geriyaye û gotiye "xuşka we întîhar kiriye". Gungor wiha dawî li jiyana xwe anî: "Niha Dozgerê Girtîgeha Sîncanê dozê dişopîne. Malbat jî niha ji bi wî alî de diçe. Wê bikaribin agahiyekê bigirin nizanim. Ez jî li benda ku cenaze bigirim dimînim."   Hat diyarkirin ku cenaze piştî bê girtin wê bibin Cemxaneya Gaziyê ya Stenbolê.