Derbarê 5 kesên ku dirûşm berz kirin de lêpirsîn hat destpêkirin 2020-03-03 10:10:30   ŞIRNEX -  Piştî hewldana întixarê ya li Cizîra Şirnexê ya di 18'ê sibatê pêk hatî, Serdozgeriya Komara Cizîrê der barê 5 kesên ku li ber qeymaqemtiyê dirûşm berz kirine lêpirsîn da destpêkirin.    Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 17’ê sibatê de welatiyê bi navê Nezîr Kiliç ji qata 4’emîn a avahiya Qeymeqamtiya Navçeya Cizîrê avêt û dawî li jiyana xwe anî. Piştre jî di 18’ê sbatê de jî welatiyê bi navê D.O. ketibû avahiya Qeymaqemtiya navçeyê, bi gotina “Deynê min hene” bi çekê hewl da ku dawî li jiyana xwe bide. Ji hela derdorê ve hat îknakirin û ji întixarê filitî.   Bi bûyerê re girseyek li ber qeymaqemtiyê kom bûn dirûşma wekî "Qeymeqam îstîfa” berz kirin. Serdozgeriya Komara Cizîrê der barê di nav de 2 zarok heyî bi tevahî derbarê 5 kesan de bi hinceta "Gel tehrîk kirine û dijminatiyê pêş xistine" lêpirsin da destpêkirin.