Jinên Romen: Divê jin bi hev re têbikoşin 2020-03-03 09:29:55   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Jinên Romen diyar kirin ku divê li dijî şîdet, newekhevî û betaliyê jin bibin yek û bi hev re têbikoşin û gotin ew jiyanek wekhev û bê şîdet dixwazin.   8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêz dibe û ajansa me li Edeneyê jinên Romen ku ji aliyê civakê ve her tim cuda tên dîtin, ziyaret kir. Em çûn taxa Romen a navçeya Yuregîr a Edenê. Berê dema em dikevin vê taxê zarokên Romen em bi dans û darbuqeyan pêşwazî dkir. Niha jî li her serê kolanê firoşkarên hişbirê û mirovên şer dikin hene. Em rastî daweteke Romen hatin. Reqs û renginiya dawetê jî hêjayê dîtinê bû. Me di dawetê de mîkrofên xwe dirêjî jinan kir. Jinan diyar kirin ku zêdebûna şîdet û kuştinên jinan bandor li jiyana wan kiriye û êdî ditirsin derkevin kolanan.   ‘Em ditirsin ku cilên xwe yên herêmî li xwe bikin’    Fîlîz Taşkomur destnîşan kir ku ew ditirsin ku cilên xwe yên gelerî li xwe bikin û gor jinên Romen berê azadtir bûn. Fîlîzê wiha got: “Berê me cilên xwe yên rengîn li xwe dikir û em diçûn dawetan. Zêrên me, cil û bergên me ji bo me gelek girîng bûn. Niha em gelek ditirsin. Ji ber her der tevlî hev e. Em ditirsin ku zirarê bibînin. Em her roj dibînin, jin bi hincetên cuda tên kuştin. Li her qada jiyanê keda me heye. Em dayik in, em li malê dixebitin, li derve dixebitin. Em karker in. Lê em beramberê keda xwe nagirin. Ez dirûnvaniyê dikim. Mêr çawa azad in, divê jin jî wisa bin. Ger jin bibin yek, bi hev re têbikoşin wê biser kevin. Hemû jin ji bo mafên xwe biparêzin divê li qadên 8’ê Adarê bin.”   ‘Em di bin zextan de ne'   Melda Okur jî daxuyakirin ku jiyana wan di bin zextan de berdewam dike û wih pê de çû: “Beyî destûra hevjînê xwe em nikarin tiştekî bikin. Dema em îtîraz dikin jî rastî şîdetê tên. Di salên dawî de êdî em derengiya şevê nikarin derkevin derve. Berê em heta dereng li derve bûn. Niha em ditirsin. Her roj jin tên qetilkirin. Em dixwazin êdî ev bidawî bin. Bang li hemû jinan dikim ku di 8’ê Adarê de li qadê bin.”   ‘Kolan wisa ne xeter bûn’   Ayşe Ulu jî bi lêv kir ku ligel şîdetê, dizî û hişbir jî zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bi salene li vir dijîm. Berê kolanên me wisa ne bi xeter bûn. Niha li serê her kolanê hişbir tê firotin. Dizî tê kirin. Mirov tên kuştin. Em li malê xwe jî ne di ewlehiyê de bûn. Divê dewlet çareseriyekê bînin. Em bi giştî li ser erdan dixebitin. Lê ew jî nema. Betaliyê şîdeta malbatê jî zêde kiriye.”   ‘Jinan mahkumê zewacê dikin’   Xwendekara lîseyê Hulya Gundor jî anî ziman ku jin ji ber şîdet û zextê zewacê wek rizgarî dibînin û got: “Gelek jinên ciwan neçar dimînin dest ji dibistanê berdin. Nizanin ku zewac ne xilas bûne. Gelek hevalên min yên ji ber şîdeta li malê zewicîn. Lê jiyana wan piştre zêdetir aloz dibe. Dixwazin jinan mahkumê zewacê bikin. lê divê jin li ser piyên xwe bisekinin. Min û dayika xwe jî tezgah vekir. Em wisa debara xwe dikin.”   Hatîce Butunay jî balkişand ser hemû nêzîkatiyên nîjadperest û wiha dawî lê anî: “Berê aramî li taxa me hebû. Evqas nîjadperestî tunebû. Betaliyê gel bêzar kiriye. Ligel vê şîdeta li ser jinan jî zêde bûye. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Divê jin serbilind bin û bi hevre têbikoşin.”