‘Israra desthilatdariyê ya di şer de rê li ber trajediyek din vekir’ 2020-03-03 09:12:44   ENQERE - Serokomar Tayyîp Erdogan ku di 2014’an de got ‘Hûn mêvanên me ne’ piştî êrîşên Idlibê got ‘Em ne mecburin we xwedî bikin’ û deriyên sînor yên derbasbûna Ewropayê ji penaberan re vekir. Berdevka Komîsyona Penaberan a HDP’ê Gulsum Agaoglu diyar kir ku israra desthilatdariyê ya di şer de rê li ber trajediyek nû vekir.   Li Idlibê di 27’ê Sibatê de rejîma Sûriyeyê êrîş kir û 34 leşkerên Tirkiyeyê mirin. Tirkiyeyê jî li ser vê deriyên sînor vekir û welatên Ewropayê carek din bi penaberan tehdîd kir. Yewnanîstan ji bo penaberan negirin, bombeyên gazê avêt û bi rojane jî penaber bi hêvî dipên ku derbas bibin.   Rewşa panberên ku bi botan dixwazin derbasî Yewnanîstanê bibin. Yewnanîstan leşker û polîsên xwe li sînor bicih dike û penaberên dikevin destê wan jî ji ser têlan ve davêjin. Malbatên ku bi zarokên xwe dikevin riya koçberiyê jî dipên ku deriyên sînor ji wan re bê vekirin.   ‘Tacîrê mirovan ketin dewrê   Berdevka Komîsyona Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglu rewşa tê jiyîn nirxand û got polîtîkayên şer yên AKP’ê rê li ber trajediyek din vekiriye û got desthilatdariyê ewil torên çapemeniya civakî girtine, piştre jî koza penaberan xistiye dewrê û got piştî derî hatine vekirin şûnde tacîrên mirovan ketine dewrê.   ‘Gelo divê hîna çend kes bimrin’   Gulsumê destnîşan kir ku tevî ‘peymana şûnde qebûlkirin’ a navbera Tirkiye û welatên Ewropayê ya di 2016’an de hatiye kirin jî penaber her tim wek tehdîd tên bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî Tirkiyeyê derî vekirin, Yewnanîstan û Bulgarîstanê ewlehiya sînoran derxist asta herî jor. Bombeyên gazê û deng xistin wesayîtên ji bo ewlehiyê bikar tînin. Mirov jî hewl didin hem bi riya behrê hem jî bi riya bejayî bihêjin Yewnanîstan û Bulgarîstanê. Mirov xistin riyên ku nayên zanîn. Di hezaran penaber di riya behrê de dimrin û niha gelo divê çend heb di Behra Egeyê de bimirn. Divê desthilatdarî demildest dest ji van polîtîkayan berde.   Gulsumê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku pêkanînên qirêj û bê samimiyet yên Tirkiye û welatên Ewropayê der barê penaberan de hey û got ew îtîrazê van pêkanînên qirêj dikin û divê demildest ev derbasbûnê bêkontrol bên sekinandin."