TJA dê li sê herêmên Stenbolê 8’ê Adarê pêşwazî bike 2020-03-03 09:11:46   STENBOL - TJA li Stenbolê dê tevlî mîtînga Kadikoy û Meşa Şevê ya Femînîst bibin. Aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever heta wê rojê xebatên ku li sê herêman bimeşînin got: “Ji bo em li dijî êrîşan xurt bin em ê xebatan bimeşînin.”   Xebatên 8’ê Adarê yên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li Stenbolê bê navber didomin. Aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever da zanîn ku li kolan û taxan xebatan dimeşînin û bi lêv kir ku hevkariya bi meclîsên jinan yên din re girîng e û li sê herêmên Stenbolê wek HDP, HDK û TJA’yê dimeşînin. Besrayê bi lêv kir ku wê bername, meş û belavkirina qertan bikin.   Besrayê bi lêv kir ku her sal li herêmê û bajarên Tirkiyeyê mîtîngan pêk tînin û îsal jî ji mîtîngan wêdetir hevdîtinên jinan, xebatên hevpar pêk tînin. Besrayê wiha berdewam kir: “Hevdîtin li Kadikoyê saet di 14’an de wê pêk bê. Hemû rêxistinên jinan wê tevlî bibin. Em jî wek TJA tevlî dibin û piştre jî em ê di Meşa Şevê a Femînîst a Taksîmê de bin. Gelek bernameyên me wê hebin. Bi hev re avakirina tora têkoşînê gelek girîng e."   ‘Em ê xebatan bimeşînin’   Besrayê destnîşan kir ku sala borî rojeva wan ya 8’ê Adarê grevên birçîbûnê û êrîşên li hember pergala hevserokatiyê bû û got jinên pêşengî kirin mohra xwe li sala 2019’an xistine. Besrayê her wiha daxuyakirin ku wê îsal jî li dijî êrîşan wek TJA li qadan bin û got: “Ev 8’ê Adarê ji bo me girîng e. Divê jinên kurd ji malên xwe derkevin, li taxan li qadan dengên xwe bilind bikin û gotina xwe bêjin. Ev ji bo me girînge. Der barê girtiyên jin de jî xebata me heye. Em ê piştevaniya xwe di vê 8’ê Adarê de bidomînin.”