Karkerên tekstîlê: Bila 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî 2020-03-03 09:07:15 Hikmet Tunç WAN - Jinên ku li Wanê di qada tekstîlê de dixebidin bal kişandin ser kedxwariyê û gotin: "Xebata jinê girîng e lê belê divê heqdesteke baş li gorî keda xwe bigire. Her wiha em dixwazin 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî."   8’ê Adarê nêz dibe û jin xwe amade dikin ku dakevin qadan, daxwazên xwe bînin ziman. Li bajarên ku fabrîka û tekstîl zêdene, binpêkirina kedê jî zêde tê jiyîn û jinên fabrîkayan dixebitin daxwaz dikin ku 8’ê Adarê bibe betlana fermî.   Jinên li taxa Kurubaş a navçeya Artemît a Wanê di tekstîlê de dixebitin diyar kirin ku beramberê keda xwe nagirin. Patronên ku dibêjin ‘jin ji mêran baştir dixebitin, zêdetir kedê didin û ji ber vê em jinan tercîh dikin’, tevî van gotinan heqdestê herî kêm li jinan rewa dibînin.   ‘Bi 2 hezar TL 12 saetan dixebitin’   Karker Ayşenur bi lêv kir ku salek û nîve di tekstîlê de dixebite û got tevî hemû zor û zehmetiyan, xebata jinan gelek girîng e û got: “Ez di heman demê de li çend qadan dixebitim. Hemû roja min li vir derbas dibe. Em bi 2 herzar TL’yî 12 saetan dixebitin.”   ‘Ez gelek diwestim’   Kerker Hatîce jî destnîşan kir ku ew neçare ku debara malbatê bike û wiha pê de çû: “Ez di pakêtê de dixebitim. Gelek diwestim. Cihgirtina jinan a di hilberînê de gelek xweş e. Em dixwazin 8’ê Adarê bibe betlana fermî.”   ‘Jin beramberê keda xwe nagirin’   Nîsan Karataş jî mamosteya tekstîlê ye û got jin beramberê keda xwe nagirin û ev tişt daxuyand: “Divê jin wek obje neyên dîtin. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin. Divê bi fikrên xwe bên qebûlkirin. Li malê dixebitin, li karkeriyê dixebitin. Her karî dikin. îhtîmalek mezin em ê 8’ê Adarê jî bixebitin. Lê divê bibe betlana fermî.”