'Dewleta tirk bi komployek din, agir berda daristana Îmraliyê' 2020-03-03 09:04:35   Fîdan Abdullah-Tolîn Elî   ŞEHBA - Mamoste û jinên Şehbayê li ser şewitandina daristana Girava Îmraliyê axivîn û dan zanîn ku ew dixwazin parêzer derbasî Îmraliyê gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibin û gotin: "Heta ku em agahiyekê ji Rêber Apo negirin em ê her di nava çalakiyan de bin."   Beriya çend rojan bûyera şewata li Girava Îmraliyê cihê girtîgeha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê dimîne derket, bi vê bûyerê ve gelek guman li ser bi zanebûna vê şewatê heye û metirsiyeke mezin li ser tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye. Dewleta tirk heta niha tu agahî derbarê tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  nedaye û nahêle parêzer û malbat jî hevdîtinê pê re çêbikin. Li dijî vê bûyera şewatê li seranserî Kurdistanê û derveyî welat jî gelek çalakiyên nerazîbûnê tên li darixstin. Têkildarê mijarê mamoste û jinên Şehbayê nerazîbûna xwe anîn ziman.   'Em şewitandina daristana Îmraliyê bi tundî şermezar dikin'   Lemiye Şêxo ya ji Şehbayê ye li ser şewitandina daristana Îmraliyê wiha got: "Em weke jinên Şehbayê şewitandina daristana Îmraliyê bi tundî şermezar dikin. Şewitandina Girava Îmraliyê dewama komploya navneteweyî ye. Hemû cîhan li dijî vê bûyerê bêdeng e. Dewleta tirk nahêle ne parêzer û ne jî malbat derbasî gel Rêber Apo bibin. Em ê her li ser piya bin heta ku em agahiyek baş ji Rêber Apo bigirin."   'Fikrê Rêber Apo çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e'   Her wiha jina bi navê Selwa Elî û Leyla Seîd jî diyar kirin ku fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e û wiha domandin: "Fikrê Rêber Apo ronahiya jiyan û çareseriya mayinde ji bo tevahî aloziyên ku li Rojhilata Navîn rû dide ye. Em dikarin bêjin niha dewleta tirk di rewşeke tengav de dijî ji bo heya ji destê wê tê hemû hewildanên xwe yên tevlîheviyan dike û bi rêbazên dijmirovahî dixwaze Rêber Apo di tecrîdeke giran re derbas bike. Li hember vê bûyerê divê rawestandin ji me re tune be û em ê her li qadên têkoşîn û berxwedanê bin. Şewitandina daristana Girava Îmraliyê hedefgirtina gelê aştî û azadîxwaz e. Divê dewleta tirk baş bizanibe em dev ji doza xwe bernadin, ji bo wekheviya gelan em ê her têbikoşin. "   'Dewleta tirk bi komployeke din, agir berda daristana Îmraliyê'   Mamosteyên bi navê Qedirîyê Mistafa  û Fatma Îbrahîm helwestên xwe wiha anîn ziman: "Rêber Apo ev 21 sal in di Girava Îmarliyê de ye û komploya navneteweyî heta roja îro dewam dike. Beriya çend rojan dewleta tirk bi komployek din agir berda daristana Îmraliyê, bila dewleta tirk jî baş bizanibe em bi fikir û felsefeya Rêber Apo li ser piyan in. Em gefên ku dike qebûl nakin û em ê her li ser piyan bin, heta ku em agahiyek ji Rêberê mirovahiyê bigirin."    'Heta ku em agahiyekê ji Rêber Apo bigirin em ê di nava çalakiyan de bin'   Mamoste Leyla Mihemed jî bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Dijmin dixwaze Gelê Kurd ji Rêber Apo qut bike, lê kes nikare gel û Rêber Apo ji hev qut bikin, ji ber em bi felsefeya Rêber Apo her roj dijîn. Em wek mamosteyên zimanê kurdî em ê her fikir û felsefeya Rêber Apo di nava civaka xwe de belav bikin. Em ê her di nava çalakiyan de bin heta ku em agahiyekê ji Rêber Apo bigirin."