'Bi rihê 8'ê Adarê em ê ji bo azadiya jinê têbikoşin' 2020-03-03 09:03:47   Ehlam Heci     ŞENGAL - Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Zehra Sileyman di 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de nêrînên xwe anî ziman. Zehrayê diyar kir ku ew ê her roj ji bo wan têkoşîn be û wiha gotin:"Em ê hemû jin di 8'ê bibin yek û ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe bidomînin."   Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Zehra Sileyman têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de anî ziman ku ew ê her tim li ser piya bin û wiha got:"8'ê Adarê ji bo roja têkoşîn û berxwedanê ye. Bi girîngiya vê rojê re em ê derkevin qadan û azadiyê biqêrin."   '8'ê Adarê ji bo me hêz e'   Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Zehra Sileyman bi lêv kir ku 8'ê Adarê nîşaneya têkoşîna jinê ye û wiha got:"Di serî de ez 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Li Iraqê her dem mafê jinê hatiye binpêkirin. Gelek jin li Iraqê hatine şewitandin û qetilkirin. Ji aliyê derûniyê ve jî polîtikayên qirêj li ser jinên Êzidî hat meşandin. 8'ê Adarê ji bo me hêz e. Îro me wekî jinên Êzidî xwe bi rêxistin kirine û em xwedî vîneke xurt in. Em ê li dijî desthilatdariyê têkoşîna xwe bidomînin."   'Bi rihê 8'ê Adarê em ê ji bo azadiya jinê têbikoşin'   Zehrayê wiha dewam kir:"Em bi têkoşîn û serhildanên jina pir kêfxweş dibin. Em di hemû deman de di nava hewildanan de ne. Em dixwazin têkoşîna jinên Êzidî xurtir bibe. Em ji dijmin natirsin. Em ê xwe bi hêztir bikin. Em ê hemû jin di 8'ê bibin yek û ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe bidomînin. 8'ê Adarê ji bo roja têkoşîn û berxwedanê ye. Bi girîngiya vê rojê re em ê derkevin qadan û azadiyê biqêrin. Bi rihê 8'ê Adarê em ê ji bo azadiya jinê têbikoşin"