ROJEVA 3'YÊ ADARA 2020'AN 2020-03-03 09:00:00   *Li qadên azad, 8’ê Adarê bi coşa dilê jinan tê pîrozkirin. Di her pêvejoyekê de mêr-dewletê hewil daye ku jinan bi rêbazên cuda ji qadên jiyanê bidin dûrxistin û dengê jinê di jiyanê de tune bikin. Lê jin-dayik xwedawend di her kêliyê de xwe ji xweliya xwe dane afirandin û carek din bûye sedema afirandina jiyanek nûjen.   *Bi boneya nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re, jinên Hesekê amadekariyên xwe dikin. Jinên ciwan ên navenda Berfîn a  Hesekê gotin: "Em ê bi vîn û têkoşîna hemû jinên cîhanê 8'ê Adarê pîroz bikin." DÎMEN HEYE   *Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Zehra Sileyman di 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de nêrînên xwe anî ziman. Zehrayê diyar kir ku ew ê her roj ji bo wan têkoşîn be û wiha gotin:"Em ê hemû jin di 8'ê bibin yek û ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe bidomînin."   *Mamoste û jinên Şehbayê li ser şewitandina daristana Girava Îmraliyê axivîn û dan zanîn ku ew dixwazin parêzer derbasî Îmraliyê gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibin û gotin: "Heta ku em agahiyekê ji Rêber Apo negirin em ê her di nava çalakiyan de bin." DÎMEN HEYE   * Jinên ku li Wanê di qada tekstîlê de dixebidin bal kişandin ser kedxwariyê û gotin: "Xebata jinê girîng e lê belê divê heqdesteke baş li gorî keda xwe bigire. Her wiha em dixwazin 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî." DÎMEN HEYE    *TJA li Stenbolê dê tevlî mîtînga Kadikoy û Meşa Şevê ya Femînîst bibin. Aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever heta wê rojê xebatên ku li sê herêman bimeşînin got: “Ji bo em li dijî êrîşan xurt bin em ê xebatan bimeşînin.” DÎMEN HEYE    * Serokomar Tayyîp Erdogan ku di 2014’an de got ‘Hûn mêvanên me ne’ piştî êrîşên Idlibê got ‘Em ne mecburin we xwedî bikin’ û deriyên sînor yên derbasbûna Ewropayê ji penaberan re vekir. Berdevka Komîsyona Penaberan a HDP’ê Gulsum Agaoglu diyar kir ku israra desthilatdariyê ya di şer de rê li ber trajediyek nû vekir.   *Jinên Romen diyar kirin ku divê li dijî şîdet, newekhevî û betaliyê jin bibin yek û bi hev re têbikoşin û gotin ew jiyanek wekhev û bê şîdet dixwazin. DÎMEN HEYE     *Lêkolînger Emet Degîrmencî keda jinê ya li qada taybet û malê tu car wê neyê dîtin û got wê demê ew femînîst wê dirûşma ‘qada taybet polîtîke’ dubare bikin. DÎMEN HEYE    *Aktîvîsta TJA’yê Narîn Gezgor, têkoşîna jinan û cihê jinê ya civakî ya li Rihayê nirxand û got li Rihayê bi taybetî jinên xwedî hişmendî û rêxistinkirî hedef tên girtin û got: “Em bi reng, berxwedan, serhildan û tililiyên xwe li qadan bên cem hev.” DÎMEN HEYE    * Rewşa trajîk a dawî ya vê tabloyê di rojên dawî de li Deriyê Sînorê Kapikule ya Edîrneyê tê jiyîn. Welatiyên Tirkiyeyê jî ji ber doz û cezayên li wan hatine birîn neçar dimînin derkevin vê rêwitiya mirinê. DÎMEN HEYE