Bi kincên xwe yên kurdî tevli civînê bûn 2020-03-02 17:12:20   AMED - Endamên Meclisa Şaredariya Erxeniyê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhnê de kincên xwe yên krudî tevli civîna mecilsa şaredariyê bûn. Axaftina vekirina meclisê Sevîcan Yaşar kir û got,"Li dijî zîhniyeta ku dibêje ya hûnê li gorî min tevbigerin  an jî hûn nikarin bijîn em ê bi dirûşma 'An azadî yan azadî' di 8'ê Adarê de qadan dbigirin."   Endamêm Meclisa Şaredariya HDP'yî ya Erxeniya Amedê di civîna meclisa şaredariyê ku hat kirin de bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli bûn. Axaftina vekirinê ya meclisê jinan kir û endama meclisê Sevîcan yaşar xwend. Sevîcan 8'ê Adara hemû jinên cîhanê pîroz kir û daxwaza ku hemû rojên wan wekî 8'ê Adarê derbas bibin kir.    'Ev pîrozbahî banga mezinkirina têkoşînê ye'   Sevîcan di dirêjiya axafitna xwe de wiha got: "Êrîşên li dijî jinê roj bi roj zêde dibin û her roj kesek ji me kêm dibe. Li dijî vê zîhniyeta mêrparêz ku me parçe parçe dike  û îradeya me desteser dik em tenê dikarin bi têkoşîn û rêxistinê têbikoşin û vê zîhniyetê  parçe bikin.  Em li mal, derve, kolan û li cihê kar bi tundî û destdirêjiyê re rûbirû dimînin. Ji ber wê em banga mezinkirina têkoşînê dikin û em dibêjin ku ev pîrozbahiya mezinkirina têkoşînê ye."   'Em ê bi dirûşma 'An azadî yan Azadî li qadan bin'   Sevîcanê di dirêjiya xwe de bal kişand ser tundiya pergalê û wiah dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî zîhniyeta ku dibêje ya hûnê li gorî min tevbigerin an jî hûn nikarin bijîn em ê bi dirûşma 'An azadî yan azadî' di 8'ê Adarê de qadan dbigirin û berxwedana xwe mezin bikin. Bi vê minasebetê ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo xwedîderketina li ziman û çanda xwe di 8'ê Adarê de derkevin qadan."   Bismil   Meclisa Jinan a HDP'a Bismilê jî di çarçoveya çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê de bi jinên li navçeyê re kom bû. Jinên HDP'yî li li taxa Esentepeyê bi eleqeya mezin a gel hatin pêşwazîkirin. Jinên HDP'yî jî bang li jinan kirin ku tevli şahiya wê di 5'ê Adarê de li Bisimê bê lidarxistin bibin û tevli mîtînga 8'ê Adarê ku wê li Amedê bê lidarxistin bibin.