'Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe Rêber Apo azad bikin' 2020-03-02 17:09:50   Xezne Celal   KOBANÊ - Jinên ku beşdarî meşa ji bo şermezarkirina şewata bi guman ya li daristana Girava Îmarliyê bûn, axivîn û wiha nêrînên xwe vegotin: "Em ji Kobanê hatin tevlî vê meşê bûn, ji bo şewata ku li daristana Girava Îmraliyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve derketiye şermezar  bikin û agahiyekê ji Rêber Apo bigirin. Heta rewşa tendirustî ya Rêber Apo zelal dibe em ê li qadan bin."   Ji 27’ê Sibatê ve gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan in, daxwaz ji dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku rewşa tenduristî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zelal bikin. Îro jî bi sedan şêniyên Kobanê li dijî şewitandina daristana Girava Îmraliyê meşiyan. Jinên ku beşdarî meşê bûbûn nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.   'Bi şev û roj em ê li qadan bin'   Dayika bi navê Salihê Elî ya ji Kobanê ye tevlî meşê bûbû teqez kir ku wê bi şev û roj li qadan bin û wiha pê de çû: "Em ji Kobanê hatin tevlî vê meşê bûn, ji bo şewata ku li daristana Girava Îmraliyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve derketiye şermezar  bikin û agahiyekê ji Rêber Apo bigirin. Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin, heta ku dewleta tirk rê bide parêzer û malbata Rêberê Apo ku serlêdan bikin. Rêber Apo 21 salin li dijî komploya navneteweyî têkoşîn dike, em ê jî berxwedan û têkoşîna xwe bidomîn heta ku Rêber Apo azad bikin."   'Heta rewşa tendirustî ya Rêber Apo zelal dibe, wê çalakiyên me berdewam bikin'   Ayda Şêx Mihemed şewitandina li daristana Girava Îmraliyê şermezar kir û wiha domand: "Kiryarên dewleta tirk a dagirker di derheqê Gelê Kurd û Rêber Apo de berdewam dikin. Herî dawî dewleta tirk bi zanebûn şewat li cihê ku Rêber Apo lê dimîne derxist. Heta niha di derbarê rewşa Rêber Apo de tu agahiyên zelal nehatine dayîn. Ji bo zanîna rewşa tendirustî ya Rêber Apo em îro li qadan in. Di meşê de em rastî dewriya hevbeş ya tirkî-Rûsî ku li Rojhilatê Kobanê diavêtin, hatin. Bi rêya van kiryaran dixwazin tirsê têxin nav me, lê em tu carî ji wan û balafirên wan natirsin û heta rewşa tendirustî ya Rêber Apo zelal dibe em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."   'Em ê xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin'   Di dawiyê de jî jina bi navê Necah Hesen Xelîl wiha nêrîna xwe anî ziman: "Dewlata tirk a dagirk şewat li daristana Girava Îmraliyê derxist. Em îro bi rêya vê meşê piştgiriya xwe bi Rêber Apo nîşan didin. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin. Bangewaziya me ji bo tevahî dewletan ku zextê li tirkiyê bikin da ku êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê bide rawestandin û di derbarê rewşa tendirustî ya Rêber Apo de agahiyeke zelal bide. Em hêvîdar in bi awayekî aram, wekhev û azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bijîn û dewleta tirk jiyana me tevlihev neke."