Şêniyên Kobanê li dijî şewata li Îmraliyê meş li dar xistin 2020-03-02 16:59:38   KOBANÊ - Şêniyên Kobanê şewata bi guman a li Îmraliyê derketî bi meşek şermezar kirin û gotin: "Em bang li hemû gelan dikin ku bêdeng nemînin û xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derkevin."   Bi sedan şêniyên navçeya Şêran, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi dirûşma "Tu kes nikare roja me tarî bike" meşek girseyî ji bo şewata bi guman ku 27’ê Sibatê li daristana girava Îmraliyê derketibû li darxistin. Meş ji gundê Heyho ya girêdayî navçeya Şêran a Kantona Kobanê dest pê kir û heta gundê Qeremuxê dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Pêwîste Tavilê di derheqê rewşa Rêber Apo de agahî were dayîn" û "Kes nikare roja me tarî bike" hatibûn hildan. Dema meşê dewriya tirk û rûsan li gundewarên Rojhilatê Kobanê dest pê kiribûn. Gel bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Qatîl Erdogan ravekirin û  nerazîbunên xwe beramberî dewriyê nîşan dan.    Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo pekrewanên azadiyê, bi navê Rêxistina Kongreya Star a navçeya Şêranê Macide Hiso û li ser nave Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Şêranê Salih Nuh axivîn û gotin: "Dewleta tirk a faşîst cardin planên xwe yên qirêj li ser girava Îmraliyê dide meşandin, şewata bi guman ya ku li girava Îmraliyê derketiye şik û guman heye. Bila dewleta tirk bizanebe tu carî bi kiryarên xwe yên qirêj bi sernakeve. Ji ber Gelê Kurd soza berxwedanê daye û bêhna azadiyê hilm kirine, ji ber wê tu kes nikare roja me tarî bike. Banga me ji hemû gelan re heye ku bêdeng nemînin û xwedî li Rêber Apo derkevin."   Meş bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" û "Tu kes nikare roja me tarî bike" bi dawî bû.