Leyla Guven: Hêza me jinan heye ku şer rawestîne 2020-03-02 16:43:01   COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi wesîleya 8'ê Adarê jinên Çelê ziyaret kir û got: "Hêza jinê heye ku şer rawestîne."   Çalakî û xebatên 8'ê Adarê li Colemêrgê jî didomin. Di çarçoveya xebatan de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, endam û rêveberên HDP'ê çûn serdena jinên Çelê ya Colemêrgê û esnafên navçeyê ziyaret kirin.    Leyla, piştî serdana jinan û esnafan li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Çelê daxuyaniyek da. Leyla li vir axaftinek kir û bal kişand ser geşedanên demên dawiyê û got: "Em jin dikarin vî şerî rawestînin. Hêza me jinan heye ku şer rawestîne. Divê berî her tiştî pirsgirêka esasî tecrîd bi dawî bibe. Divê rêya diyalogê vebe. Heta tecrîd ranebe û diyalog dest pê neke ev pirsgirêk çareser nabe."   Leyla herî dawiyê di axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya jinan û wiha bi dawî kir axaftina xwe: "Divê em jinên ku nûnertiya aştiyê dikin li hev kom bibin û bêtir bibin yek. Divê em li dijî rewşa Tirkiye ya di nava şer de helwesta xwe diyar bikin."