Li Êlih û Sêrtê çalakiyên 8'ê Adarê didomin 2020-03-02 15:52:52   SÊRT/ ÊLÎH - Aktîvîstên TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê bi minasebeta 8'ê Adarê li Êlihê ji girtiyên jin re kart şandin û li Sêrtê jî qurnefîl hatin belavkirin.    Bi nêzbûna 8'ê Adarê jinan zend û bendê xwe girêdan û dest bi xebat û çalakiyan kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlih û Sêrtê dest bi xebatan kirin. Li Sêrtê jinan li kolanan qurnefîl belav kirin û li Êlihê jî ji girtiyên jin re kart hatin şandin.    Bi tevlîbûna parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş, hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkis Epozdemîr, hevşaredara HDP'ê ya Hawêl Ozden Gulmez li taxa Xanahawêla Hawêl û li bajaroka Veysel Karanî qurnefîl belav kirin û vexwendin mîtînga 8'Adarê kirin.     Her wiha li Êlîhê jî xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin. Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinên HDP'ê bi tevlîbûna hevşaredara Êlîhê Songûl Korkmaz, endamên rêxistina HDP'ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji jinên girtî re kart şandin.