Jin bi kincên xwe yên Kurdî û erbaneyên xwe derketin Sûrên Amedê 2020-03-02 15:46:40   AMED - Jinên ku di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de daketin qadan, diyar kirin ku ew ê ji bo jiyan, beden, ked, maf û aştiyê li qadan bin. Jinên ku bi erbaneyên xwe derketin ser Sûrên Amedê, bi tilîlî û kincên xwe yên reng û reng 8'ê Adarê pêşwazî kirin.    Koma Aheng a Tevna Jinê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li ser Sûrên Amedê pêşandan kir. 40 jinên li Komeleya Çandê ya Dîcleyê kom bûn, bi kincên herêmî yên reng û reng ên li xwe kirin û bi erbaneyên xwe meşek li dar xistin.    Jin ji Komeleya Dîcleyê heya Cadeya Melîk Ahmet a navçeya Sûrê meşiyan û ji wir jî heta Bircên Ben û Senê hatin û bi erbaneyên xwe derketin ser sûran. Jinên ku li ser sûran rêz bûn, bi berzkirina tilîliyên xwe û lixistina erbanayan, li Amedê olan dan. Jinan bi erbaneyên xwe heya saetekê pêşandina ritimê kirin. Ev pêşandana jinan rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat. Jinan piştî pêşandina lêxistina erbaneyan, dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin û dûre belav bûn.