'8'ê Adarê ji mîrasê têkoşîna jinan a hezaran salan hatiye' 2020-03-02 15:01:34   HESEKÊ - Ofîsa Jinê ya MSD'ê bi boneya  8'ê Adarê  Roja Jinê ya Cîhanê ji şêniyên Navçeya Til Temirê re civînek li darxist.   Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, ji duh ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazîkirina cejnê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Îro jî Ofîsa Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Endama Serokatiya wê, ji şêniyên Navçeya Til Temirê ji hemû pêkhateyan re, li Saziya Malbatên Şehîdan civînek li dar xist.   '8'ê Adarê bi mîrasê têkoşîna jinan a hezaran salan hatiye'   Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Meclîsa Serokatiya MSD'ê Îlham Omer 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê taybet jinên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha dom kir: "8'ê Adarê bi mîrasê têkoşîn û berxwedana jinan, li hember sîstem û pergalên desthilatdar û dîktatorên ku hebûn û mafê jinan binpê dikirin, hatiye. Zayenda herî zêde ku di vê aloziyê de rastî şîdetê hat, jin bûn. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş veguherandin nokteya guhertin û veguhertinê."   'Jin şoreşa guhertina civak û sîstemê bi rê ve dibe'   Îlhamê da xuya kirin ku jin li dijî dagirkeran bûn wekî goga berxwedanê û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê ya ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve jinên kurd û ereb rastî şîdet û qetilkirinê hatin. Ruxmî wê jî jinên herêmê li dijî dagirkeriyê bûn mîna goga berxwedanê.  Pêwîst e jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê bi hemû hêz û enerjiya xwe di 8'ê Adarê de li qadan bin."   Civîn bi temaşekirina sinevizyonekê ya li ser nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo 8'ê Adarê bi dawî bû.