Ji bo parastina mafê zaroka 8 salî ‘Koma Wijdanî’ hat avakirin 2020-03-02 14:31:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo parastina mafê zaroka 8 salî ya ku bi êrîşa zayendî re rûbirû ma li Silêmaniyê 'Koma Wijdanî' hat avakirin. Koma ku hatî avakirin got: Pêwîstiya civaka başûr bi şoreşa wijdanî heye, ger em xwe birêxistin bikin em ê bikarin têbikoşin."    Li Silêmaniyê ji bo çavdêriya doza zaroka 8 salî ya destdirêjî lê hate kirin, ‘Koma Wijdanî’ hat avakirin. Li ser navê komê hate gotin ku ew ê parastina mafê hemû kesên ku li hemberî wan binpêkirin tê kirin, bikin.Koma ku hatî avakirin li ber dadgeha Silêmaniyeyê kom bûn û daxuyaniyek dan û daxuyanî ji hêla Paşan Siruşt ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku ger desthilat kesên sucdar û destdirêjiyê dikin radestî dadgehê nekin, wê ev hewldana wan dijî yasayê be. Her wiha hate diyarkirin ku gelek kesên sucdar bi saya vê desthilatê hatine azad kirin û wiha hat gotin; “Em li vir dibêjin em ê bi awayek xwebexş parastina kesên mafên wan tê binpêkirin bikin. Em bang li her kesê dikin ku kom bibin dijî vê zilmê desteyek pêkbînin. Pêwîstiya civaka Başûr bi şoreşa wijdanî heye. Ger em wijdana xwe bi rêxistin bikin, em ê bikarin birêya hêza wijdanî îradeyek ji bo welatiyan dirust bikin.”