Meclîsa Jinan a HDK'ê: Em dev ji maf û jiyana xwe bernadin 2020-03-02 14:22:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a HDK'ê bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Em dev ji maf û jiyana xwe bernadin. Em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin.'   Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê li dijî êrîşa li hemberî wekhevî, beden, ziman, baweriyê dê dengê xwe bilind bikin.   Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: "Em hêza xwe ji Rojava, Şîlî, Lûbnan û Îranê digirin û em ê bi hev re jî serî hildin. Li dijî pergala serdestiya mêr, li dijî kuştina jinê, li dijî polîtîkayên şer, li dijî zayendperestiyê, li dijî zewaca zarokan a bi zorê em ê li qadan bin û xwedî destkeftiyên xwe derkevin. Em ê mafê xwe yê qanûna 6284'an û Peymana Stenbolê li qadan bi qêrîn.   * Di 5'ê çile de Gulistan Doku, di 12'yê çilê de jî  Şefîka Yasa winda bû.    * Ji sedî 72 jin ên 20 salî  di qada îstîhdamê de nehatine bi cih kirin.    * Ji sedî 33,6 jin bi heqdestê hatine îstîhdamkirin, Dema mirov îstîhdama demî ya demsaliyê hesab neke ev hejmar dibe ji sedî 21,9.    *Li gorî rapora Wekheviya Zayendî ya Gerdûnî ya Forûma Aborî ya Cîhanê di sala sala 2020’'î de, asta xwendin û nivîsandinê de Tirkiye di rêza 153'yan de cih digire û li Tirkiyeyê ji sedî 8,5 jin û ji sedî 1,6 jî mêr xwendin û nivîsandinê dizanin.   *Li Tirkiyeyê di sala 2019'an de 474 jin, di meha çilê ya îsal de jî 21 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin.    *Bi giştî li cîhanê û li herêmên pevçûn lê heyî 20 milyon zarokên keç ji mafê perwerdê sûde nagirin.    *Di pevçûnên sala 1945'an heta niha ji 10'an 9 sivîl tên kuştin û ji 4'an 3 jî ji jin û zarokan pêk tê.    Em ê biryara jiyana xwe bidin, em ê temsîliyeta xwe ya wekhev a qada siyasetê û pergala hevserokatiyê biparêzin. Em li dijî navendîbûnê ne, alîgirê wekhevî û azadiyê ne. Em ê li dijî ji holê rakirina ekolojiyê ya ku ji bo rantê tê kirin, li dijî ranta şer têkoşîna xwe bidomînin û em ê daxwaza budçeyeke taybet a jinê bikin.   Wekî her sal em ê îsal jî daxwazên xwe li qadan bînin ziman û em dev jî jiyana xwe bernadin. Em bang li jinan dikin ku bi hêza xwe ya xweser û piştevaniyê dakevin qadan. Bijî têkoşîna azadiya jinê."