Li dijî polîtîkayên dijberî jinê kincên zer wê bên daliqandin 2020-03-02 11:48:16     STENBOL - Jinên SKM'yî, li taxên Gazî û 1'ê Gulanê bi jinan re kom bûn û bi jinan re derbarê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û greva jinan de axivîn. Endamên SKM'ê bang li hemû jinan kirin ku diberî polîtîkayên li dijî jinên li malên xwe û li cihê kar kincên tozê yên zer daliqînin.    Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) li taxa Gazî ku girêdayî navçeya Sûltangazî  ye û li taxa 1'ê Gulanê ku girêdayî Ataşehirê ye  bi jinan hat gel hev û derbarê 8'ê Adarê û greva jinan de axivî.   Jin li taxa Gazîyeê li komeleya gundekî hatin gel hev.  Di çalakiyê de Endama Lijneya Rêveberiyê ya Navenda SKM'ê Ezgî Bahçecî axvî û got ku di salên dawîn de jin gelek greva li dar dixin. Ezgî diyar kir ku ew li Tirkiyeyê jî her sal li kolanan e, lê vê salê dixwzin grevekê jî li dar bixin.   'Di 8'ê Adarê de em tu karî nakin'   Ezgî di dirêjiya axaftina xwe de wihagot: "Tenê ne li fabrîkaya, li hemû cihên ku em lê dijîn, li mal, kolanan, greveke ku jiyanê rawestînê. Em hêza xwe ya ku em ji hilberîn û mezextinê digirin bi kar tînin. Li Îzlandayê jinan greva ji bo karê wekhev heqdestê wekhev li dar xist.  Li Almanyayê jinan bi greva ku li dar xisitn 8'ê Adar kirin roja betlanê. Di wê serdemê de bi milyonan jin derketin kolanan. Tenê ne li cihê kar divê em li malê jî nexebitin. Em dixwazin ku di 8'ê Adarê de em hemû keda xwe berbiçav bikin. Divê em li mala xwe bibêjin li vê bînahiyê grev heye. Em dibêjin di 8'ê Adarê de kincên xwe yên paqijiyê yên zer li li şaneşînên xwe raxin. "   Çalakî bi guhdarkirina muzîkê û govendê bi dawî bû   'Em ê kincên xwe yên paqijiyê yên zer raxînin'   Jin li taxa 1'ê Gulanê jî li cemxaneyê kom bûn. Endamên SKM'ê, vê salê diyar kirin ku wan kincên zer ên paqijiyê ji bo çalakiya xwe bijartine û gotin ku li dijî pişîtîkayên dijbertiya jinê divê her kes li cihê xwe yê kar û li mala xwe kincên xwe yên paqijiyê yên zer rahîne.