‘Werin em bi hev re li qadên 8’ê Adarê aşitî û azadiyê biqîrîn’ 2020-03-02 09:01:37   Zeynep Durgut   ÊLÎH - Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re jinan lez dan xebatên xwe. Jinên Êlîhê bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de li qadan bin.    Bi nêzîbûna 8’ê Adarê  Roja Jinan a Cîhanê re li her deverên Tirkiyeyê û Kurdîstanê jinan lez dan xebatên xwe. Li Êlîhê jî jinan starta xebatên 8’ê Adarê dan. Têkîldarî xebatên 8’ê Adarê jinên TJA’yî axivîn. Jinan bang kir ku hemû jin werin û bi hev re biharê,azadiyê û berxwedanê pêşwazî bikin.   ‘Em ê bi hev re pêşeroja xwe ava bikin’   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ezel Aydin bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de li qadan bin û got:” 8’ê Adarê rojeke dîrokî û girîng e. Her sal 8’ê Adarê bi coş û kelecaneke mezin ji aliyê jinan ve tê pêşwazîkirin. Di wan salan de jinan bêmafî, tunehesibandin qebûl nekirin û bi têkoşîneke dîrokî li ber xwe dan. Ji ber vê yekê jî 8’ê Adarê wateya wê ji me re pir mezine û pêwîste ku em xwedî li wê rojê derbikevîn. Di vê çarçoveyê de me bi Meclîsa jinan a HDP’ê re bernameyên cûr bi cûr amade kirin. Lê ev xebatên me wê bi awayekî bi coş bên destpêkirin.  Bangawaziya me ji bo hemû jinên Êlîhê ye ku tevlî xebatan bibin û em bi hev re li qadên 8’ê Adarê li dijî tundî, tunehesibandin, qirkirina jinê li qadan bin. Bi hev re dîrokê pîroz bikîn, pêşeroja xwe ava bikîn.”    ‘Em ê jin  bi hev re biharê pêşwazî bikin’   Ji aktivîsta TJA’yê Gulîstan Sonuk jî diyar kir ku ew ê îsal mal bi mal bigerin xwe bigihîjin her jinekê û anî ziman ku pêwîste her jinek li qadên 8’ê Adarê cihê xwe bigire û wiha axivî:” Meha Adarê bi berxwedan û têkoşînê tijî ye. Ji ber wê jî ji me jinan re ev meh mehek pîroz û berxwedêr e.  Di  salên berê de di qada aborî de jin tune dihatin hesibandin, lê niha jin hem di warê aborî û hem jî di warê siyasî de  jî ji civakê hatin durkirin. Mafê jinan ji destê wan hatiye standin. Mînaka vê ya herî berbiçav jî heskîf e. Di şexsê Heskîfê de xwestin dîroka jinan tune bikin. Ji ber ku Heskîf bi keda jinan hate avakirin. Bi awayeke hovane êrîşî mafê jinan, dîroka jinan û bedana jinan dikin. Li her deverên cîhanê her roj bi dehan jin yan tên qetilkirin û yan jî tundî li wan tê kirin. Me  jî wekî Meclîsa Jinên HDP’ê û TJA’yê xebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin. Di çarçoveya 8’ê Adarê de em ê li navçeya Hezoyê  şahiya jinan li dar bixîn. Em ê yek bi yek biçîn serdana jinan.  Bi vê xebatê em ê xwe bigihînin her jinekê. Bi coş û kelecanake mezin me dest bi xebatên xwe kir. Em bang li hemû jinên Êlîhê dikîn û dibêjin werin em bi hev re biharê pêşwazî bikîn.”    ‘Werin em bi hev re li qadên 8’ê Adarê aşitî û azadiyê biqîrîn’   Ji Meclîsa Dayîkên Aşitiyê ya Êlîhê Sultan Azbay jî destnîşanî 8’ê Adarê kir û got ku ew wekî Meclîsa Dayîkên Aşitiê ew ê li qadên 8’êAdarê aşitiyê biqîrin û ev tişt got:”Ez dest pê kê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim û hêvî dikîn ku 8’ê Adarê bibe wesileya aşitiyeke mayînde. Ez bang li hemû dayîkên cîhanê dikim ku werin û wê demê em dikarîn şer bidîn sekinandin. Dayîkên kurd evqas berdelên giran dan, lê hîna aşitiyê dixwazin. Em dayîk baş dizanîn ku heta aşitî neyê wê azadî ji ne pêkane be. Ger ku em li dijî şer,  aşitiyê bi rêxistin bikîn wê aşitî bi ser keve. Kurd,tirk,ereb,fars,laz û çerkez ferq nake werin em bi hev re li qadên 8’ê Adarê de aşitî û azadiyê biqîrîn.”