ROJEVA 2'YÊ ADARA 2020'AN 2020-03-02 09:00:00   *Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re jinan lez dan xebatên xwe. Jinên Êlîhê bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de li qadan bin. BI DÎMEN   *Sûaad Silêman jina ji bajarê Tepqayê jiyana koledarî ji xwe re nepejirand û ji bo pêşerojeke azad têkoşiya, dibêjê: ” Divê mirov ji bo hebûn û jiyana xwe têkoşînê bide û bi vîna xwe jiyanê watedar bike.” BI DÎMEN   *Fatma Tunç ya di temenê biçûk de hat zewicandin, rastî şîdeta mêr û dewletê hat û ji zarokên xwe xwendin û nivîsandin fêr bû, dest bi nivîsandina helbestan kir. Fatmayê got ji ber tu carî şîdet qebûl nekiriye, li ser piyan maye û got: “Ji bo jiyanê divê mirov hinek lêkolîn bikin, mirov bizanibe ku mirov kî ye. Bila jin serî netewînin.” BI DÎMEN   * Dirûşmeya 8’ê Adarê ya Platforma Jinan a Enqereyê ‘Em ji bo ked, azadî û jiyana xwe li her derê cîhanê li ser piyane’. Bi hezaran jin wê bi vê dirûşma roja yekşemê li Kolejê kom bibin û li Kolana Sakaryayê bimeşin. Endama platformê Şeyda Ozcan diyar kir ku jinên bi bawerî û piştevaniyê têdikoşin wê rojekê welatekî azad û wekhev ava bikin û ji bo vê jî riya yek di 8’ê Adarê de derbas dibe. DÎMEN HEYE    *Piştî zema ji bo dermanan hat kirin dermanxane û welatî mexdur bûn. Fîsun Saglam diyar kir ku dewlet dermanfiroşan wek kasa dewletê dibîne û got dema vî pereyî digirin demildest fature tê birîn lê nexweş dibêjin qey ji me re dimîne û em bi welatiyan re tên rû hev. BI DÎMEN   *inê ku jiyanê bi keda xwe dihûnin, diyar kirin ku keda wan li malê jî di jiyana kar de jî nayê dîtin û got: “Em ê ji bo şert û mercên wekhev û cîhaneke azad di 8’ê Adarê de li qadan bin.” BI DÎMEN   *Omer Îmren, hewl dabû ku jina pê re zewicandiye Rabîa Snear qetil bike û di encama êrîşê de Rabîa felç ma. Ji bo Omer Îmren yê bi cezayê muebetê dihat darizandin jî cezayê hat dayîn hat kêmkirin. Dadgeh ne li Rabîaya ku felç maye, li pêşeroja gumanbar fikirî.    *Xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku 58 roje windaye. Hevala wê Cansu Oztan diyar kir ku hîna agahî jê negirtine û got ew bawer nake ku Gulîstanê întîxar kiriye û got: “Lêgerîn qels in. Hewldanek baş tune.” BI DÎMEN