Jinan li avahiya HDP'ê ya Peyasê şahî li dar xistin' 2020-03-01 18:01:43   AMED - TJA û rêxistina HDP'ê ya Peyasê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi dirûşmên "Bijî 8'ê Adarê" û "Jin Jiyan Azadî" şahî li dar xistin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya  Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li avahiya HDP'ê ya Peyasa Amedê şahî li dar xistin. Rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê tevlî şayê bûn.  Hevseroka BDP'ê Seval Gulmez, Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Peyasê Besile Narîn axaftin kirin.   Hevseroka BDP'ê Seval Gulmez di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê roja Jinên a Cîhanê pîroz kir û wiha got: "Em tu car dev ji destkeftiyên xwe bernadin, jin jiyanê ava dike her wiha civak bi rengê jinê li ser piyan disekine. Jin hem di nav civakê de him jî di nav sîyasetê de hemû qadan de cihekî girîng digirin. Bi taybetî bi destê jinên ciwan em vê têkoşînê didomînin."   Piştî axaftina Seval hevseroka navçeyê Peyasê ya HDP'ê axivî û got: "jinên li her parçeyên Kurdistanê pêwîst e ku destê xwe bidin hev û têkoşînek bi hêz bimeşînin. Divê em mîrata jinên ku rola netewî girtine ser xwe bişopînin."   Piştî axaftinan jinan li gel dirûşman govend gerand.