'Îmralî ji aliyê Tirkieyê û hêzên navnetweyî ve tê rêvberin' 2020-03-01 17:45:04   HESEKÊ - Îro şêniyên Navçeya Til Temir ên kurd, ereb û aşûri serdana Konê çalakiyan ê Hesekê kirin.   Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî şewata ku li Girava Îmraliyê derket 24 seatan li ser piyan e. Konê çalakiyan ku di 28'ê Sibatê de li Bajarê Hesekê li taxa Kelasê hate vedan di roja sêyemîn de çalakyên lê berdewam im. Îro şêniyên navçeya Til Temirê bi hemû netewên xwe berê xwe dan konê çalakiyê û çalakî dewir girtin. Paşê jî çalakî devrî malbatên şehîdan kirin. Koordînasyona Kongreya Star a Rojava û Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kon kirin.   'Zindana Îmralî ji aliyê gelek hêzan ve tê rêvebirin'   Di serdana kon de Endama Koordînisyona Kongreya Star Heyfa Erebo axivî û wiha got: "Aloziya ku li Rojhilata Navîn ji hemî aliyan de dihêle ku gel li rêya çareseriyê bigere û ji bo wê têkoşînê bide. Fikir û ramanên Rêber Ocalan ne tenê ji bo Sûriyê ji bo pirsgirêkên kûr yên tevahî Rojhilata Navîn çareserî ne. Pêwîst e ku Rêber Ocalan were berdan an jî wê alozî hîn kûrtir û bê çareserî bimîne. Zindana Îmralî ne tenê ji aliyê Tirkiyê ve tê birêvebirin ji aliyî tevahî hêz û dewletan ve tê rêvebirin."   'Komplo li dijî çand û dîroka Rojhilata Navîn e '    Endama Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Navçeya Til Temirê Reşa Elo jî wiha got: "Şewata Îmraliyê yek ji rengên komployê ye ku li dijî herêmê didin meşandin. Rêber Ocalan bi ramanê xwe bi armanca zindîkirina dîrok û çanda Rojhilata Navîn têkoşiya û ji bo wê jî pêwîst e were berdan."   'Şewata Îmraliyê zemînê ji komployên nû re vedike'   Rêveberê PYD'ê yê Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd Şêxmûs jî ev yek anî ziman: "Rêber Ocalan bi fikir û ramanê xwe birînên pir kûr yên ku di civakê de êdî qalik nedigrtin, derman kir. Ji şewata Îmraliyê em bi guman in û ev şewat jî zemînê ji komployên nû re ava dike. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew ê heta ku agahiyekê ji Rêberê xwe bigre, li ser piyan be."   Piştî axaftinan kon dewrî malbatên şehîdan hate kirin.