Starta 8'ê Adarê li Geliyê Botanê hat dayîn: Em ê gotina xwe bibêjîn 2020-03-01 16:11:37   SÊRT - TJA û Meclîsa HDP'ê ya Jinan a Sêrtê li Geliyê Botan starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Sêrtê starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li geliyê Botanê dan. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, Dayîkên Aşitiyê û aktivîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Jin bi têkoşîna xwe azad dibe,bi azadiyê mezin dibe " hate vekirin.    Em ê li herderê li dîrok, çand û azadiya xwe xwedî derên   Daxuyanî ji aliyê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş ve hat dayîn. Meralê bal kişand ser çêkirina bendavan û got ku îktîdara AKP'ê  li ser navê xweşikbûnê xwezaya dîrokî dikuje û got:" Em sarta xwe li gundên ku di bin avê de ma ne didîn. Me ev der hilbijart. Ji ber ku wekî hûn jî dibînin li vir komkujiyeke xwezayî heye. Li gel vê komkujiyê wê êşên giran bên kişandin. Komkujiya xwezayê li ser xweşikbûnê pêk tê. Dixwazin bi vê polîtîkayê qirkirina xwezayê meşru bikin. Wekî Heskîf geliyê Botan jî bi tunebûnê re rû bi rû ye. Li ser erdnîgariya me li dijî hebûna me êrîşên giran hene. Em vê qebûl nakîn. Em ê li dijî talankirina xwezayê,dîrokê û çandê li her deran tebikoşîn û  li dîroka xwe,xwezaya xwe û  çanda xwe xwedî  derkevîn."    'Çi karê Tirkiyeyê li Îdlîbê ye?'   Meralê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê Îdlîbê jî û anî ziman ku tu karê Tirkiyeyê li Îdlibê nine û wiha dom kir:" Niha Tirkiye di navenda şerekî navnetewî de ye. Li Îdlîbê wendahiyên mezin dide. Niha gelên Tirkiyeyê êşên giran dikşîne. Lê hewceye ku em bi hev re hesaba vê bipirsîn. Çi karê Tirkiyeyê li Îdlîbê ye?  Di daxuyaniya ku duh serokwezîr Erdoga kirî de îlan kir ku ev şer li dijî kurdan e. Li ku derê deskeftiyên kurdan hebe, Tirkiye li wir êrîş dike. Em ji Geliyê Botanê bang dikîn, Ji Îdlîbê derkevin ew der ne xaka Tirkiyeyê ye. Em jin li dijî mirinê jiyanê û li dijî şer aşitiyê diparêzîn."   'Der barê şewata Îmraliyê de divê gel bê agahdarkirin'   Meralê bi domdarî bal kişand ser şewata ku li greva Îmraliyê de derketî û got ku hewceye dewlet gelê Tirkiyeyê di vê mijarê de agahdar bike û wiha pê de çû:" Li Grava Îmraliyê şewat derket. Der barê mijarê de Wezîrê Karên Hundir Sûleyman Soylu daxuyanî da çapemeniyê. Lê em vê daxuyaniyê kêm dibînin. Bi mîlyonan kes li benda agahdarkirin şewata Îmraliyê ne û destûr bê dayîn ku malbat û parezer biçin hevdîtinê."    'Em li vir in û em ê li her derê bin'   Di dawiya axaftina xwe de Meralê bang li hemû jinan kir ku li qadên 8'ê Adarê  xwedî mafên xwe derkevin û wiha bi dawî kir:" Rojeva me ya herî sereke mafên jina ye. Em jin dixwazîn bijîn. Îro li her derên Tirkiyeyê jin tên kuştin û bi tundiyê re rû bi rû ne. Em jin pêşengên civakê ne. Heta ku em jin azad nebin û em wekhev nejîn demokrasî ne pêkan e. Polîtîkayên AKP'ê li dijî azadî û wekhêviya jinan e. Lê em wekî Meclîsa HDP'ê li her deran em ê gotina xwe bibêjîn. Em li Geliyê Botan starta xwe ya 8'ê Adarê didîn û bang li hemû jinên Sêrtê dikîn ku werin em mil bi mil tebikoşîn. Em li vir in û em ê li her derê bin."    Daxuyanî  bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî"  bi dawî bû. Piştre jinan  ji bo ku balê bikşînin ser qirkirina xwezayê qurnafîl avêtin bendavê.