Ciwanên Şehbayê li dijî şewata Îmraliyê daxuyanî dan 2020-03-01 15:39:25   ŞEHBA - Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Şehbayê ji bo têgihîştina rewşa Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan daxuyaniyek dan.   Piştî bihîstina agahiyên derbarê şewata Îmraliyê de, li seranserî Rojava gel daketin qadan û daxwaza naskirina Rewşa Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kirin. Yekîtiya Ciwanên Şehbayê piştî bihîstina agahiyek li ser rewşa Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan  daxuyaniyek li Navçeya Ehrezê ya Şehbayê bi beşdarbûna Endamên Tevgera Ciwanên şoreşger a Şehbayê û Ciwanên Ereb ên navşeya Ehrezê da. Di daxuyaniyê de al û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan a Şehbayê Elai Mislim ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   "Şewata ku li Girava Îmraliyê derket yek ji komployên ku dixwazin gelê azadîxwaz bêndeng bikin ku meşa azadiyê raweste û berjewendiyên dewleta tirk û hevalbendên wê, pêk bên. Ji xeteriya li ser tendirustiya Rêber Apo dewleta tirk û netewên yekbûyî berpirsiyar in. Pêwîste sazî, rêxistin û dewletên ku qala mafên mirovan dikin, ji bo naskirina rewşa Rêber Ocalan bikevin tevgerê û erka xwe ya exlaqî pêk bînin. Felsefeya Rêber Apo xeta xilaskirina gelê bindest e, heta ku em agahiyek ji Rêber  Apo negirin em ê her li qadan û di nava çalakiyan de bim.   Em bang li desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP'ê dikin ku demildest parêzer û malbat biçin girava Îmraliyê û rewşa Rêber Apo di cih de fêr bibin.   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.