DFG'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da 2020-03-01 15:31:18   AMED - DFG'ê, bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran ên piştî bûyerên li Idlibê da û got: "Bi çi hincetê dibe bila bibe, rastiyên ku rojnameger digihînin gel nayê asteng kirin."   Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firat (DFG), derbarê rojnamegerên hatin binçavkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand.  DFG'ê, diyar kir ku piştî êrîşa hewayî ya li dijî leşkerên Tirk a li Idlibê, rageşî zêde bûn, medya civakî hat birîn û rojnameger hatin binçavkirin. DFG'ê, da zanîn ku bi çi hincetê dibe bila bibe, rastiya ku rojnameger digihînin gel nayê asteng kirin.    Di daxuyaniyê de hate gotin nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Idrîs Sayildan, Nacî Kaya, nûçegihanê Rûdawê Rawîs Stêrk û kameravan Mehmet Şîrîn Akgûn hatine destgîrkirin û her wiha hate bibîrxistin Rêveberê Weşana Giştî ya Yakin Dogu Haberê Alptekîn Dursunogl jî ji ber sedema parvekirinên medyaya sosyal hatin binçavkirin.    Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kiri ku 3 nûçegihanên Spûtnîkê jî hatine destgîrkirin û hate xwestin, hemû nûçegihan demildest werin berdan.   'Hevalên me berdin'   DFG'ê di dawiya daxuyaniya xwe de xwest ku hempişeyên wan bên berdin û got: "Em binçavkirin, êrîşên li dijî rojnamegeran û astengkirina peywirên xwe bi cih anînê şermezar dikin. Demildest hempişeyên me berdin. Divê koma nijatperest a êrîşê xebatkarên Sputnîkê kirin bên girtin û bên darizandin. Bi çi hincetê dibe bila bibe, rastiyên ku rojnameger digihînin gel nayê asteng kirin."