DAKAP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê bi daxuyaniyekê aşkera kir 2020-03-01 15:30:28   AMED - Jinan di pêşengiya Platforma Jinan a Dicle Amed (DAKAP) de li semta Ofîsê bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bernameya 8'ê Adarê aşkere kir. Rêvebera Odeya Mîmaran a Amedê Kiymet Yildiz diyar kir ku dê di 8’ê Adarê de li qadan bin û got: "Em dizanin ku rêya jiyaneke azad û wekhev encex bi berxwedana jinê pêkan e."    Jinan di pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) de li semta ofîsê ya navçeya Yenişehîr a Amedê kom bûn û bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin. Jin bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî" kom bûn û ji bo bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkere bikin daxuyanî dan. Nûnerên Komeleya Jinan a Rosa, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Ewil li ser navê Platformê Arîn Zimrût bal kişand ser starta 8’ê Adarê ya ku ji bo Gulîstan Doku li Dersîmê dest pê kirin û xwest Gulistan Doku bê dîtin. Piştre Rêvebera Odeya Mîmaran a Amedê Kiymet Yildiz daxuyanî xwend. Yildiz, qala ked û berxwedana jinan a dîrokî kir û got: “Li dijî pergala kapîtalîst a baviksalariyê, bi hêza ku em ji dîroka jinên berxwedêr distînin, em ê ji bo 8’ê Adarê li qadan bin. Em dizanin ku rêya jiyaneke azad û wekhev encex bi berxwedana jinê dê pêkan e."    Kiymet, bal kişand ser hişmediya mêrê serdest a jinê di her qadê de difetisînê û wiha domand: "Di şexsê Gulîstan Doku de hemû jin hatin windakirin. Jin bi destê mêr tên qetilkirin. Lê wekî întahar an jî mirina bi gûman tê nîşandan. Em ê şopdarên dosyayên wan  bin. Em ê li dijî kiryarên dijî mirovahiyê bisekinin û berxwedana jinê bilind bikin.”   Kiymet Yildiz di dawiya axaftina xwe de bangewaziya tevlîbûna 8’ê Adarê kir û bernameya Platforma Jinan a Dîcle Amedê aşkere kir.    Bernameya 8'ê Adarê wiha ye:    * "Dê 1’ê Adarê saet di 12:00’an de li deriyê  Pira Ofîsê  starta 8’ê Adarê bê dayîn.   * Dê 1’ê Adarê saet di 14:00'an de ji bo zarokên ku dayîkên wan di girtîgehê de li Odeya Endezyar a Makîneyê dê kargeha pêlîstokan bê vekirin,    * Dê 1’ê Adarê saet di 13:00’an de ji bo nivîskarên jin ê  li girtîgehan roja îmzayê were kirin. *Dê 4’ê Adarê saet di 12.30’an de ji bo li dijî polîtîkayên zayendî wê li ber avahiya Aîle ve Sosyal polîtîkalar daxuyaniyek ji çapemeniyê re were dayîn,   *Dê 5’ê Adarê saet di 12.00-19:00’an de li Derê Çiyê Galeriyayê pêşengeha wêneyên bê vekirin,   *Dê 5’ê Adarê saet di 19:00’ande li Şanoya Bajar a Amedê şahiya şanoyê bê lidarxistin,   *Dê 7’ê Adarê şahiya tûra duçerxan bê lidarxistin,   * 8’ê Adarê Fînal, Mîtîng."