Li Şûna darên zeyetûnan ên birîn kamp ava kirin 2020-03-01 13:20:34   EFRÎN - Li Efrîna ku di bin dagirkeriya Tirkiye û komên girêdayî wê de ye xweza tê qirkirin. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku li taxa Mahmudiyeyê li cihê darên zetûnan jê hatin birîn kamapa xwecihî hatiye avakirin.    Li Efrîna ku di bin dagirkeriya Tirkiye û komên girêdayî wê de ye qirkirina xwezayê berdewam e. Li navçeya Mabeta ya Efrînê li gundê Cûqê li taxa Mahmudiyeyê darên zetûnan hatin birîn. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li qada darên zeytûnan jê hatin birîn kamp hatiye avakirin û ragihandin ku komên girêdayî Tirkieyê û malbatên wan li kampê tên bicihkirin.    Hêjayî gotinê ye ku ji 18'ê Adara 2018'an û heta niha ji bajarê Efrînê ku dibin dagiriya Tirkiye û komên girêdayî wê de ye gelek kes hatine koçberkirin, komên çete ku ji Rojhilatê Gutayê û malbatên wan li bajêr hatine bicihkirin. Bi vê rêbazê demografiya bajêr hatiye guhertin. Dîsa li Efrîna ku niha bi revandin, tecawiz, komkujî û qrkina xwezayê di rojevê de ye, beriya vê bjar bi şûnwarên xwe yên dîrokî û bi darên xwe yên zeytûnan dihat naskirin.