Hêjmara 11'emîn a Xwebûnê derket: Dengbêjî ruhê jinan e 2020-03-01 12:25:11   AMED - Rojnameya Xwebûn bi hêjmara 11'an û nivîskarên nû bi manşeta "Dengbêjî ruhê jinan e" derket. Rojname vê hefteyê bi hevpeyvîneke taybet balê dikişîne ser pergala perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê    Rojnameya hefteyî Xwebûn bi hêjmara 11'an derket pêşberî xwînerên xwe. Xwebûn vê carê bi hevpeyvîna taybet û nivîskarên nû derket pêşberî xwînerên xwe. Nivîskara Xwebûnê Zehra Mohammedzadeh ku ji 2 hefteyan carekê dinivîse, bi sernavê "Dengbêjî ruhê jinan e" cih dide rola jinê ya li ser çanda denbgêjiyê. Bi gotinên "Dengbêjî ruh, bîr û ramana jinê ye ku bi rêya çemek gur û geş ê ji çandê diherike, dibe hizr û ferasetek ku civak pê teşe digire. Dengbêjî bûye kaniyek herikbar a çanda kurd û di her serdemekê de bi awayekî dengê  civaka kurd a bi êş, keder, koçberî, şer, serhildan û hwd. gihandiye û heya roja îro parastiye..."    Nivîskarên nûh    Xwebûnê di vê hêjmarê de cih da nivîskarên nû. Nivîskar Asya Xerzan bi sernavê "Ez bihitîm" balê dikişîne ser serpêhatiyên xwe û êzîditiyê û dimêje "Dema em ji gundê xwe derketin, ez ne biçûk bûm û ne jî mezin. Ez di temenekî wisa de bûm ku ez bibim sedsalî jî, ez ê bîranînên wê demê ji bîr nekim. Gundê me gundekî xwerû êzidî bû, tenê xwendegeha destpêkê (seretayî) lê hebû..."    Nivîskar Salîha Ayata jî bi ser navê "Li ser romana pêşmerge" cih dide naveroka Rehîmê Qazî û dibêje "Rehîmê Qazî di romana xwe de tenê behsa şerekî nake, behsa îqtîdarê, kevneşopiyan û feodaliteyê dike. Behsa jina tune dike, di civaka heyî de rola jinê diyar dike, mêrê xurtir dike, jinê zeîftir dike. Jina heyî ji bo mêr, ji bo namusa mêr heye..."    Nivîskar Mizgîn Rêwî jî bi sernavê "Veger" û bi gotinên "Şeveke zivistanê bû. Berf, ba û bahoz bû, mirov ji sermayê diqefilî. Kesekî nediwêribû ku serê xwe derxe derve. Fîzefîza ba û dengê guran tevlihev dibû û tarîtiyê jî xofek dixiste dilê mirov. Tevahiya şevê berf barî û ewqas pir barî ku heta devê şibakê hatibû." balê dikişîne ser vegera bavekî.    Nivîskar Dr. Erdal Sîpan jî bi sernavê "Vîrûs hat ber derî" balê dikişîne ser talûkeya vîrûsê û dibêje: "Vîrûsa koronayê çend roj berî niha li Îranê jî hat dîtin û ji ber nexweşiyê heta niha li Îranê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha li başûrê Kurdistanê jî ev vîrûs hatiye tespîtkirin. Her roj bi hezaran kes ji Îranê derbasî Wan, Agirî û Colemêrgê dibin. Divê demildest çûnehatin bihata qontrolkirin, gel bihata hişyarkirin û tedbîr bihatana girtin lê mixabin ev yek bi derengî ket..."    Li Qamişloyê pergala perwerdeyê   Rojnameger Ersîn Çaksû jî bi hevpeyvinê cih dide pergala werwerdehiya Qamişlo. Çaksû bi Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Menan Mihemed Emîn û Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê Goran Şakir  re hevpeyvîn kir.    Rojnameger Mihemed Seydî jî bi sernavê "PYD xeta çareseriyê diparêze" li ser rol û rista PYD'ê ya ji bo Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsî.