‘Polîtîkayên heyî dibe sedema xwekuştinê' 2020-03-01 09:21:39   AMED - Qeyrana aborî û pergala perwerdê êdî dibe sedema zêdebûna xwekuştinê. Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Zeyneb Aykat, diyar kir ku derbarê çareseriya pirsgirêkan û îstîhdamkirinê de polîtîka nayên afirandin û got: "Bi taybetî ciwan ji ber polîtîkayên heyî êdî ji pêşeroja xwe bêbawer û bêhêvîne."    Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara bêkaran zêde dibe. Li gorî Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê 4 milyon 596 hezar kes bêkar e. Her wiha herî zêde jî hejmara bêkarên ku zanîngeh qedandine zêde ye. Ligel bêkariyê qeyrana aborî jî li ser civakê bi bandor e. Ev bêkarî û qeyrana aborî di nava civakê de dibe sedema xwekuştinê jî. Di rojên borî xwendekarek ciwan a bi navê Sema Arkan li Baglara Amedê dawî li jiyana xwe anî. Derbarê xwekuştina xwendekara û bêkaran de Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Zeyneb Aykat nêrînê xwe ji ajansa me re par vekir û bi taybetî bal kişand ser bandora pergala perwerdê ya li ser ciwanan.    Sema Arkan 24 salî bû û beşa huner a 2 salî ya zanîngehê qezenç kir. Ji ber fikara ku kar nabîne zanîngehê terk dike û dixwaze beşa tenduristiyê bixwine û bibe xwedî pîşe. Ji ber ku ezmûn qezenç nekir dawî li jiyana xwe anî. Li gorî agahiyên malbatê ji ber fikara pêşerojê derûniya wê têk çûbû û dixwest tedawî bibîne.    'Ji pêşerojê bê bawerin'   Sekretera Egîtîm Senê Zeynep, derbarê mijarê de wiha got: "Ciwanek din ji ber sedema bêhêvîbûn û bêewlehiya pêşerojê dawî li jiyana xwe anî. Sedem jî aloziya di nava civakê û aborî ye. Rewşa Tirkiyeyê li ber çava ne. Ji ber ku hejmara bêkaran li Tirkiyeyê gihaştiye 4 milyonî. Der barê çareseriya pirsgirêkan û îstîhdamkirinê de polîtîka nayên afirandin. Ciwan bi derûniyeke nebaş ji pêşerojê bêbawerin û hêviya wan ji pêşerojê nema ye. Divê mijar bê lêkolînkirin û çareseriyek bê dîtin. Dibe ku di pêşerojê de bûyerên bi vî rengî bêtir derkevin holê."   ‘Bi ezmûnan ciwan têk diçin'    Zeynep diyar kir ku li Tirkiyeyê pergaleke şaş a perwerdeyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ezmûn hêj di dibistanên seretayî de dest pê dike heta dawiya dibistanê didomin. Jiyana xwendekaran bi ezmûnan re derbas dibe. Ji bo ciwan û civakê bê bertek bihêlin her tim ezmûn derdixin li pêş wan. Ji ber ezmûnê jî derûniya gelek xwendekaran jî têk diçe. Çend xwendekar di dibistanê de serkeftî bin jî di ezmûnan de têk diçin. Ev tişt ji ber polîtîkayên heyî pêk tê. Bi ezmûnan dixwazin ciwanan bi sînor bikin. Nîva nifûsa Tirkiyeyê ji ciwanan pêk tê û polîtîka jî li dijî ciwanan tê bikaranîn. Dixwazin bi van polîtîka û pergala perwerdeyê civakê bixe bin kontrola xwe. Di hêla perwerdê de pergalek nû afirandin û gavek avêtin, lê belê mixabin di rastiyê de wisa nîne û civakê dixin amûra pergala xwe."   'Bi kaoseke mezin re rûbirû ne'   Zeyneb di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser îxraçkirina akademîsyen, profesor û mamosteyên li zanîngehan û got: "Piştî îxraçkirina gelek kesan kesên bê wesf tayînê zanîngehan kirin. Bi vî rengî li zanîngehan xwendekar bi kaoseke mezin re rûbirû man. Ev tişt jî polîtîkaya perwerdê ya ku tê afirandin nîşan dide."   Zeynep behsa qeyrana aborî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Tirkiyeyê qeyrana aborî di rêza yekem de ye ku bandorê li civakê dike. Ev tişt bandorê pêşeroja ciwanan dike yên ku dixwazin dîplome bigirin. Êdî bandora dîplomayê jî nemaye. Ji ber polîtîkayên heyî xizan bêtir xizan, dewlemend jî bêtir dewlemend dibin. Her wiha gelek xebatên me nene. Em dixwazin li dijî aloziyên heyî rêyeke çareseriyê bibînin. Divê mudaxale bê kirin û tedbîr bên girtin."