Şêniyên Qinê li dijî şewata li Girava Îmraliyê meşiyan 2020-02-29 17:14:52   KOBANÊ- Bi sedan şênî, partiyên siyasî, sazî û dezgehên herêma Firatê li dijî şewata li Girava Îmraliyê li navçeya Qinê meşiyan.   Di 27'ê Sibatê de li Girava Îmraliyê cihê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê di girtîgihê de ye, şewat derket. Dewleta tirk heta niha di derbarê rewş û tendirustiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, tu agahî nedane. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina şewatê û zanîna rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li qadan e. Bi sedan şênî, partiyên siyasî, sazî û dezgehên herêma Firatê li navçeya Qinê ya Rojavayê Kobanê li dijî şewata li Girava Îmraliyê, meşiyan. Di meşê de al û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa “Pêwist e tavilê di derheqê rewşa Rêber Apo de agahî werê dayîn”,“Jiyana bê Rêber Apo jiyaneke bê wate ye” hatin hildan.   Çalakvana li qada meclîsa navçeya Qinê kom bûn û heta qada Benzînxaneya Qinê meşa xwe domandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin.   Li ser navê Rêxistina Kongra Star a navçeya Qinê Fîdan Hesen Yusif û li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê navçeya Qinê Murad Elo şewata li Îmraliyê derketî şermezar kirin û wiha gotin: “Hêzên desthilatdar xwestin di kesayeta Rêber Apo de gelê Rojhilata Navîn û di serî de gelê kurd tune bikin. Gelê Kurd li ser felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin, ji ber ku felsefeya Rêber Apo ya netewa demokratîk mafê hemû pêkhateyan diparêze. Em ê her li qadan bin û çalakiyan li dar bixin, heta ku agahiyekê ji Rêber Apo bigirin û dawî li tecrîdê bînin.”   Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.