Dayikên Şemiyê aqûbeta Cuneyt pirsîn 2020-02-29 15:52:51   STENBOL - Di çalakiya Dayikên Şemiyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar hat pirsîn û wiha got gotin: "Mixabin mirovên ciwan li vî welatî nayên parastin. Mirovên li vî welatî dijîn hêj nagihîjin 20 saliya xwe tên windakirin an jî tên binax kirin."   Dayikên Şemiyê di hefteya 779'emîn de xwest çalakiya xwe li Qada Galatasarayê pêk bînin. Lê polîsan destûr neda ku dayik li Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin. Dayik li ser vê yekê çûn kuçeya ku Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) lê ye û çalakiya xwe li wir di bin dorpêça polîsan de, li dar xistin. Dayikan tîşortên ku wêneyên windayan li ser li xwe kirin û qurnefîl hilgirtin. Parêzvanên mafên mirovan û gelek kes piştgirî da çalakiyê.   Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 23 salî ku 26 sal berê dema hatibû binçavkirin pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê endama Dayikên Şemiyê Masîde Ocak ve hat xwendin. Masîde, diyar kir ku ew bi êşa şer û mirinê baş dizanin û naxwazin şer pêk were.    Masîde, aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 23 salî ku di 20’ê sibata 1994’an de ji aliyê polîsan ve li Bakirkoyê hat binçavkirin û windakirin pirsî û got: “Cuneyt Aydinlar xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû. Di 27’ê sibata 1994’an de bi awayek fermî hat qebûlkirin ku di binçavan de ye. Lê belê dema 14 kesên bi Cuneyt re hatibûn binçavkirin birin dozgeriyê lê hat dîtin ku Cuneyt ne di nav wan de ye. Van kesan di 17’ê adara 1994’an de bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku Cuneyt di 20’ê sibata 1994’an de hatiye binçavkirin û pişt re agahî jê negirtine. Midûriyeta Polîsan a Şaxa Gayrettepe ji windakirina Cuneyt berpirsiyar e. Gelek kesan şahidî kir ku îşkenceyeke giran li Cuneyt hatiye kirin. Lê Emniyeta Stenbolê di 28’ê sibata 1994’an de malbatê bir Çûkûrcûmaya navçeya Beyoglûyê û ji malbatê re gotin 'lawê we li hemberî banga me ya rawestandinê nesekiniye û reviyaye'. Li ser serlêdana malbatê parêzerên ÎHD’ê bûyerê lêkolîn kirin û bi şahidan re hevdîtin pêk anîn. Piştî lêkolîna hat kirin, ÎHD’a Stenbolê di 25’ê adara 1994’an de ragihand ku Cuneyt Aydinlar dema binçavan de hatiye windakirin.”   Masîde, anî ziman ku heta îro ne kujerên Cuneyt Aydinlar hatine dîtin û ne jî pêvajoyek hiqûqî hatiye destpêkirin û ser dosyaya Cuneyt Aydinlar girtine û ji bo vê yekê xwest edalet pêk were.   Piştre apê Cuneyt Recep Aydinlar axivî, çîroka windakirina biraziyê xwe parve kir û wiha axivî: "Ji bo dîtina windayan hikûmet berpirsiyariya xwe pêk nayne. Bi hezaran mirov ji ber polîtîkayên şer hatin windakirin. Cuneyt 26 sal berê di temenê xwe yê 23 saliyê de hat windakirin. Em baş bi wê êşa windakirina ewladekî dizanin. Em pênase û navê vê êşê baş dizanin, em naxwazin tu ewladek ciwan ê malbatekî bimire. Em vê dixwazin. Di nava van 26 salan de vê êşê tecrûbeyek wisa nîşanî me da ku mixabin mirovên ciwan li vî welatî nayên parastin. Însanên me yên ciwan hêj nagihîjin 20 saliya xwe tên windakirin an jî binax dibin. Ji kuştina Cuneyt dewlet berpirsiyar e û em dixwazin dewlet aqûbeta wî eşkere bike.”