Aktivîstên TJA'yê bi mexdûrên erdhejê re hatin gel hevdu 2020-02-29 15:41:27   WAN -TJA di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Elbaxê bi mexdûrên erdhejê re hatin gel hevdu.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Elbaxê ya Wanê bi mexdûrên erdhejê re hatin gel hevdu. Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan û aktivîstên TJA'yê li pirsgirêkên mexdûrên erdhejê yên li Kuçeya Eleziyê guhdar kirin.    Hewa sar e sobe kêm in   Malbatên di konan de dimînin ji Muazzez Orhan re diyar kirin ku hewa sar e sobe kêm in.    Piştre jinên ku çûn mala şûnê ya li Kuçeya Gelenler derbarê pêdiviyên lezgîn de axivîn. Kesên li Kuçeya Gelenler rûdinên anîn ziman ku pêdiviyên wan bi cih nînin.    Çalakî bi belavkirina pêdiviyên bingehîn a ji bo mexdûrên erhejê bi dawî bû.