Tora Piştevahiya Koçberan: Penaberan û jiyana mirovan dikin amûrê siyasetê 2020-02-29 15:04:38   ENQERE - Tora Piştevaniya Koçberan, bang li Tirkiyeyê û welatên YE’yê kir ku ne sînor, mafên bingehîn û azadiyan biparêzin.    Tora Piştevaniya Koçberan, derbarê koçberên bi rêyên bejahî û deryayê yên piştî kuştina 36 leşkeran ên li Îdlîbê ber bi Ewropayê ve tên şandin de daxuyaniyek nivîskî weşand.    Tora Piştevaniyê, di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku hikumet di têkiliyên xwe yên bi Yekitiya Ewropayê (YE) de, koçberan weke amûrê şantajê bi kar tîne û bertek nîşanî weşanên zindî yên nûçeyên koçberan serwîs dikin da.    Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Penaberan û jiyana mirovan dikin amûrê siyasetê. Divê êdî ev yek bi dawî bibe. Ev polîtîkayên wiha nijadperistiyê kûrtir dike û jiyana mirovan dixe talûkê.    Yûnanîstanê û Bûlgarîstanê hîn zêdetir hêzên xwe yê leşkerî şandin ser sînoran. Ev jî dibe sedem ku hîn zêdetir penaber rastî tundiyê bên. Divê ev astengiyên li dijî azadiyê bi dawî bibin. Ji ber vê divê hem Tirkiye û hem jî welatên Yekitiya Ewropayê (YE) polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas bikin. Di vê çarçoveyê de em bang dikin ku sînoran, mafên bingehîn û azadiyan biparêzin.