Li Hezexê bernameya 8’ê Adarê hat astengkirin 2020-02-29 14:45:26   ŞIRNEX - Di pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA'yê de şahiya ku sibehê ew ê li navçeya Hezexê bihata lidarxistin ji aliyê qeymeqam ve hat qedexekirin.    Di pêşengiya Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li navçeya Hezex a Şirnexê dê bername bihata  lidarxistin. Li Hezexê şahiya jinan a ku li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê ew ê bihata lidarxistin ji aliyê qeymeqam ve hat astengkirin.