Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê li hember girtiyan îşkence tê kirin 2020-02-29 09:14:23   WAN - Rojhat Aydin ji doza Nisêbînê li girtîgeha Tîpa T ya Tokatê girtiye. Dayika wî Xemê Aydin, diyar kir ku ji bo rûniştina li Mêrdînê destên Rojhat kelepçekirî ji Tokatê anîne û li girtîgehê jî ji ber jimartina li ser piyan qebûl nekirine rastî îşkenceyê hatine.   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin. Yek ji van girtîgehan jî girtîgeha Tîpa T ya Tokatê ye. Rojhat Aydin ku ji doza Nisêbînê dihat darizandin li girtîgeha Tîpa T ya Tokatê girtiye.   Dayika wî Xemê Aydin diyar kir ku Rojhat û hevalên wî ji ber jimartina li ser piyan qebûl nekirine rastî îşkenceyê hatine û heqeret li girtiyan hatiye kirin, ligel vê radyo, rojname, pirtûk, pêlav û wêneyên wan tên desteserkirin.   ‘Di îşkenceyê de tiliyek xwe winda kir’   Xemê destnîşan kir ku kurê wê di qedexeyê de di jêrzemînê de rastî îşkenceya giran hatiye û got: “Bi rojan di jêrzemînê de îşkence lê kirin. Piştre binçav kirin. Di bin çavan de tiliyek wî jê bû. Çavekî wî ji ber gule lê ketiye nabîne. Niha jî binpêkirinên li girtîgehan rewşa kurê min giran kiriye. Nabin nexweşxaneyê jî. Ligel girtiyan malbat jî rastî binpêkirinan tên. Ji bo kurê xwe bibînim têkoşînek mezin didim. Sê roj berê ji bo hevdîtinê çûm Tokatê. Lê ew dixwazin girtî bêxwedî bimînin. Lê daxwaza wan tu car wê neyê cih. Bi lingan be jî em ê biçin. Bila êdî dawî li vê zilmê bînin.”   ‘Bi kelepçeyê ji Tokatê anîn Mêrdînê’   Bavê wî Mehmet Aydin jî got Rojhat ji bo rûniştinê ji Tokatê anîne Mêrdînê û di rê de dîsa îşkence lê kirine, 24 saetan kelepçe dernexistin û got: “Rewşa kurê min di rûniştinê de nebaş bû, westandî bû. Nikaribû parastinê bike. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev îşkence ye. Kurê me li cihê dûr e. Rewşa me ya aborî nebaş e. Qe nebe bila kurê me bînin Wanê ku em bibînin.”