Denîz a astengdar a rastî tecawizê hat îşkence dît: 7 mehe agahî nayê girtin 2020-02-29 09:11:38   ENQERE - Denîz Holat ya ji sedî 80 astengdara zîhnî ye, 7 meh e agahî jê nayê girtin. Dayika Denîzê, Derya Holat diyar kir ku keça wê ji ber nerehetiya wê gelek caran hatiye revandin û rastî êrîşa zayendî hatiye û got hemû merciyên rayedar gotine ‘daxwaza wê heye’ û tiştên hatin jiyîn rewa kirine.   Derya Holat ya li Enqereyê dijî diyar kir ku keça wê Denîz Holat ku bi kadroyek astengdar re li dibistanek seretayî wek xebatkara paqijiyê dixebitî 7 meh e agahî jê nayê girtin. Deryayê da zanîn ku keça wê ji sedî 80’ê astengdara zîhnî ye û rapora wê ya Nexweşxaneya Nexweşiyên Sînîr û Ruh a Bakirkoy û Boluyê heye. Deryayê bi lêv kir ku keça wê berê 4 caran hatiye revandin û rastî êrîşa zayendî hatiye û bi biryara dadgehê ‘vasiya bêdem’ hatiye tayînkirin. Deryayê got der barê gumanbaran de gilî kirine lê dadgehê biryara neşopandinê daye û got ji ber nerehetiyên rihê keça wê ew tê bikaranîn û fuhuş lê tê ferzkirin.   Deryayê bi lêv kir ku cara yekem wisa dirêj ji keça xwe agahî negirtiye û got ji ber vê ji ewlehiya keça xwe bi fikar e.   ‘Îşkence lê kirin, fuhuş lê hat ferzkirin’   Deryayê got keça wê ji 2013’an de navber bi navber winda bûye û got: “Keça min winda bû, rastî îşkenceya giran hat. Rastî tecawizê hatibû û hişbir dabûnê. Ji ber vê tenduristiya hişê wê zêdetir winda bû. 6 mehan nehat dîtin. Piştre em hîn bûn ku keça min li cem kesê bi navê A.M ye û her şev fuhuşê pê dike. Piştre zirar da keça min. Em çûn psîkiyatrîst. Mudaxale kirin. 6 mehan li Fakulteya Tipa Hacettepeyê razandin. Hat dermankirin û gelek derman dane.”   ‘Dizanin nexweş e ji ber vê bi kar tînin’   Deryayê got wan gumanbar gilî kirine û got: “Rewşa keça min xerabtir bû. Me li Nexweşxaneya Bolu Abant a Îzet Baysal razand. Rapora ku hişê wê ne li cih e danê. Keça min bi her kesî bawer dike. Dema tê malê jî rastiyan nabêje. Wê ditirsînin. Her tim winda dibû. Kesên keça min direvînin jî dizanin ku nexweş e û wisa bi kar tînin. Di îdianameya 7’ê Hezîrana 2016’an de hat amadekirin de, li kesê bi navê E.S ji ber ‘kes ji azadiyê bêpar hiştiye’ doza cemawerî hat vekirin lê ev hîna nehatiye dîtin.”   ‘Tevî biryara parastinê keça min winda bû’   Deryayê wiha berdewam kir: “Kesê bi navê Behran Parlar keça min desteser kir. Bi ser mala me de girt. Zaroka min bi zor girt. Min serî li bernameyek televîzyonê da. Me wêneyê wê nîşan da û roja din hat. Daketibû 30 kîloyî. Me li nexweşxaneyê razand. Em çûn betlanê Antalyayê. Em vegeriyan ev kes dîsa li ber deriyê me bû. Tevî biryara parastinê hat em tehdîd kirin. Behran Parlar berê hevjîna xwe qetil kiriye. Polîsan ji me re got ‘bihêlin ev kes psîkopat e, keça xwe pê re bizewicîne’. Ez diçim ji dadger dibêjin 'ew jî dibêjê tu xwedî li keça xwe derketibaya'. Dozger ji keça min re got ‘Dema te ev tişt dikir te jî ew hembêz dikir, te zewq girt’. Me li Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran jî gilî kir. Tevî di destên me de delîl hene gumanbaran berat kir. Em edaletê dixwazin.”   Deryayê got keça wê carê li Gebze, carê li Stenbol, carê li Xarpêtê hatiye dîtin û got kesê bi navê Ersîn Soylemez û Tîmuçîn Karagoş 58 peyamên tehdîdê ji  keça wê re şandine. Deryayê got: “Keça min di 2017’an de rastî êrîşa zayendî ya 17 kesî hat û hewl dan bifroşin pavyoneke li Enqereyê. Me serî li dadgehê dan lê gotin daxwaza keça te heye û gumanbar berat kirin.”   ‘Em bi fikar in’   Deryayê got niha dîsa keça wê winda ye û 7 meh e nayê dîtin û got: “Qerekolê ji min re got ‘neyê vir, kengê bê dîtin em ê agahî bidin’. Em bi rastî bi fikar in. Em nizanin çi bikin. Di xewmên min de her tim kuştî tê dîtin. Ez ji her kesî alîkariyê dipêm.”