'Em ê her li ser xeta rast a azadiyê bimeşin ' 2020-02-29 09:08:08   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Jina bi navê Dunya Eloş a ku di Berxwedana Serdemê de birîndar tedawî dikir wiha dibêje: "Di wê demê de dema birîndar dihatin, destên wan bi xwînê hatibûn xemilandin. Me wan tedawî dikir. Ew nîşaneya serkeftina berxwedanê bûn."   Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî herêma Efrînê kirin, lê berxwedan û têkoşîna gel li hember êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê mezintir bû. Di berxwedana serdemê de gelek destan û çîrok hatin nivîsandin. Bi taybet di wê berxwedanê de berxwedana jinan mohra xwe li dîrokê da û kêlî bi kêlî parastina axa xwe dikirin. Jinê rola xwe di parastin û têkoşînê de lîstin. Yek ji wan jinan, jina bi navê Dunya Eloş a 44 salî ye û ji gundê Kûra ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye. Kurê Dunyayê di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest da. Dunya di dema berxwedana serdemê de birîndar derman dikir û xizmeta wan dikir. Dunya hestên ku di wê demê de jiyaye bi me re parve kir.      'Hevparî esasê berxwedana me bû'   Dunya wiha got: "Min li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di tendûristiyê de kar dikir. Di dema berxwedana serdemê de me birîndar tedawî dikir û xizmetên pêwist bi cih dianî û şehîdên xwe bi serbilindiyek mezin oxir dikir. Di berxwedana serdemê de rojên zehmet em jiyan û karên xwe di şert û mercên giran de didomand. Di wî şerî de ya herî pîroz, hevparî esasê berxwedana me bû."   'Birîndar nîşaneya serkeftinê bûn'   Dunya di dewama gotina xwe de behsa dermankirina birîndaran kir û wiha pê de çû: "Dema şervanên me birîndar dibûn, me wek dayik erka xwe dileyîst û wan derman dikir û qet westandin nedihat hişê me. Tiştên ku ji me wek dayik dihat xwestin me bi cih dianî û dema birîna wan giran bûya me radikir nexweşxaneya Efrînê. Di wê demê de dema birîndar dihatin, destên wan bi xwînê hatibûn xemilandin. Birîndar nîşaneya serkeftinê bûn."    'Xeta berxwedan û têkoşînê li Şehbayê dewam dike'   Dunya bal kişand ser berxwedana 58 rojan a li Efrînê û wiha domand: "Ruxmê hemû êrîşan me li Efrînê 58 rojan li ber xwe da. Me hêz û moral ji birîndar û şehîdên xwe digirt. Em ê her li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û Efrîna xwe ji destên çeteyan rizgar bikin. Du sal li ser berxwedana serdemê derbas dibe, lê hîn jî berxwedan û têkoşîna me li Şehbayê didome. Berxwedana me bû bersiva herî mezin a li hember dagirkeriya dewleta tirk."   'Vegera Efrînê bi yekîtiya gelan mîsoger dibe'   Dunya herî dawî xwestek û hêviyên xwe wiha parve kir: "Em ê her li ser xeta rast a azadiyê bimeşin. Hêviya me ew e ku em Efrînê ji destên dagirkeran rizgar bikin û vegerin Efrînê, ev jî bi yekîtiya gelan mîsoger dibe."