ROJEVA 29'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-29 09:00:00   *Jinên Efrînê yên ku li Kampa Serdemê dijîn û di kargeha dirûnê de dixebitin diyar kirin ku ew bi xebata bi keda destên xwe gelekî sûdê digirin û wiha gotin: "Karê ku bi destên jinê tê kirin bi qîmet û watedariyê dide jiyanê.  Çêkirina berhemên bi destan çanda me ya kevnar e.”DÎMEN HEYE   *Rêvebira Komeleya Jinên Rewşenbîr a Kantona Cizîrê Ahîn Mihemed derbarê amedekariyên 5’emîn Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan a ku wê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bê lidarxistin axivî. Ahînê diyar kir ku ew tevî zehmetiyên mezin dîsa jî amadekariyên mîhrîcanê dikin û wiha got:"Di qada çand  û hunerê de dema ku mirov çalak be ev dibe sedema pêşketinên mezin jî." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Dunya Eloş a ku di Berxwedana Serdemê de birîndar tedawî dikir wiha dibêje: "Di wê demê de dema birîndar dihatin, destên wan bi xwînê hatibûn xemilandin. Me wan tedawî dikir. Ew nîşaneya serkeftina berxwedanê bûn." DÎMEN HEYE   *Rojnameger Ferda Yilmazoglu û Seyhan Çîçeklî ya HDP’î tevî ku 19 meh in girtî ne îdianameya wan hîna nehatiye amadekirin. Parêzer Okan Selçuk diyar kir wê dosyayê bibin DBB û DMME’ê.   *Denîz Holat ya ji sedî 80 astengdara zîhnî ye, 7 meh e agahî jê nayê girtin. Dayika Denîzê, Derya Holat diyar kir ku keça wê ji ber nerehetiya wê gelek caran hatiye revandin û rastî êrîşa zayendî hatiye û got hemû merciyên rayedar gotine ‘daxwaza wê heye’ û tiştên hatin jiyîn rewa kirine. DÎMEN HEYE   *Nûnerên Sendîkayên Amedê diyar kirin ku yên bi KHK’ê hatin îxrackirin û bi krîza aborî ji qada kar hatin dûrxistin jin bûne û bi lêv kirin ku wê di 8’ê Adarê de ji bo daxwazên xwe dakevin qadan. Her wiha bang li hemû jinan kirin ku hemû jin dakevin qadan. DÎMEN HEYE   *Rojhat Aydin ji doza Nisêbînê li girtîgeha Tîpa T ya Tokatê girtiye. Dayika wî Xemê Aydin, diyar kir ku ji bo rûniştina li Mêrdînê destên Rojhat kelepçekirî ji Tokatê anîne û li girtîgehê jî ji ber jimartina li ser piyan qebûl nekirine rastî îşkenceyê hatine. DÎMEN HEYE   *Li Wanê amadekariyên 8’ê Adarê bê navber didomin û jin xwe amade dikin ku bi cil û bergên xwe yên gelêrî qadan tije bikin. Jinan her wiha ji bo mezinkirina têkoşînê banga tevlîbûna qadan kirin.DÎMEN HEYE