Ciwanan meşa meşaleyî li dar xistin 2020-02-28 19:47:22   HESEKÊ/KOBANÊ/QAMIŞLO- Îro Tevgera Ciwanên Şoreşgerên Sûriyeyê bimeşeke meşaleyan şewata Îmraliyê şermezar kirin.   Liseranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî bihîstina agahiyên derbarê şewitandina daristana li Girava Îmraliyê gel daketin qadan û dest biçalakiyên meş, daxuyanî û grevan kirin. Îşev jî bipêşengtiya ciwanên navçeya Til Temir, Dêrîk û bajarê Kobanê meşek meşalehî lidarxistin.    Ciwanên Til Temirê meşa meşaleyî lidarxistin   Îro Tevgera Ciwanên Şoreşgerên Sûriyeyê li navçeya Til Temirê, bi armanca şermezarkirina şewata Îmraliyê meşeke meşeleyan bibeşdarbûna Hêzên Asayîş û şêniyên navçeyê, li dar xistin. Meşaku ji navenda ciwanan dest pê kir li çarxereya şaredariyê rawestiya. Dimeşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên binivîsa "Azadî jibo RêberApo" û meşale hatibûn hildan.    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşgerên Sûriyeyê Elî Şêr Mihemed daxuyanî da.    Didaxuyaniyê de wiha hate gotin: "Rêber Ocalan xwediyê projeya Netewa Demokratîk e, jilewra îro pilan û komployên dijmin her kudiçe li dijî wîzêde dibin. 21 sal ji têkoşîna di zindanê de bi milyonan kes li derdora xwe kom kir. Em soz didin Rêberê xwe ku em ê meşa ku dest pêkiri bû dewam bikin. Ne dewleta Tirk û ne jî hêzên ku cîhanê birêve dibin nikarin vîna gelê azadîxwaz têk bibe. Eger tiştek ji tendrustiya Rêber Ocalan were em ê dewleta Tirk, artêş û Tirkiyê bişewitînin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.    Ciwanên Dêrîkê daketin qadan   Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê, şewata ku li girava Îmraliyê pêk hat, bi meşekê meşeleyan şermezar kirin. Dimeşê de dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê navber hat berzkirin. Dimeşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û meşaleyên bi agir hatibûn hildan. Meş ji navenda ciwanan dest pêkir û li qada azadî bidawî bû.    Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bidawî bû.   Ciwanên Kobanê li dijî polîtîkayên dewleta Tirk daketin qadan   Bipêşengtiya Ciwanên Şoreşger û bi sedan kes jibo şewata biguman ya kuduh li daristan girava Îmraliyê derketi bû li qadanin.   Ji bo şermezarkirina şewata biguman ya kuduh li daristana Girava Îmraliyê derketibû ciwanên şoreşger yên Kantona Kobanê meşiyan. Ciwan li pêşiya Şaredariya Kobanê kom bûn, heya qada jina azad meşiyan.  Dimeşê de wêne û posterên Rêberê PKK´ê Abdullah Ocelan hil dabûn.    Piştî ku meş vangihîştin qada jina azad, ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin. Paşê daxuyanî bizaravayê Kurmancî ji aliyê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Dilê Berkel ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Ev 21 salin komploya navneteweyî dikesayeta Rêber Apo de li ser tevahî Gelê Kurd û hemû pêk hateyên Rojhilata Navîn tê meşandin. Ji 15'ê Sibata 1999'an heya roja îro pilanên komploya navneteweyî li ser gelê Kurd û Rêber Apo bênavber tên meşandin. Weke berdewama komploya navneteweyî dewleta tirk bihevkarên xwe re di 9´ê Cotmehê de êrîşî herêmên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê kir. Armanca van êrîşa newe ku Gelê Kurd û gelên herêmê li ser axa wan koçber bikin. Weke berdewamiya van êrîşan jî diho di seatên serê siharê de awayek biguman agir berdan daristana Girava Îmraliyê. Em weke ciwan ji vê bûyerê bi gumanin. Em ciwanên herêm û gel heya ku agahiyekê ji Rêber Aponegirin emê li qadan bin.   Em wek ciwanên Kantona Kobanê van kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî pîvanên mafên mirovan tu carîqebûl nakin. Em ê li ser xeta Rêbertî heya dawiyê têbikoşên û berxwedana xwe berdewam bikin. Çawa Rêbertî dibê je 'Me biciwantî destpêkir em ê biciwantî serbikevin. Em jî wek ciwanên Apocî em soz didin Rêber Apo em ê bihêz û îradeya ciwanan xeta azadiyê biserxînin û desthiladariyê têk bibin.”     Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê ","Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.