'Şewitandina daristana Îmraliyê dewama komployê ye' 2020-02-28 18:50:52   Ferîde Zada   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî meşa şermezarkirina şewitandina daristana Girava Îmraliyê bûne axivîn û gotin: "Şewitandina daristana Îmraliyê bi plankirî hat kirin. Heta niha jî agahiya me ji Rêber Apo nîne, ji ber dewleta tirk nahêle ku parêzer biçin Îmraliyê."   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê meşek girseyî li Şehbayê hat lidarxistin. Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî şewitandina daristana Îmraliyê daketin qadan. Jinên ku beşdarî meşê bûne nêrînên xwe anîn ziman.   'Şewitandina daristana Îmraliyê bi plankirî bû'   Ji Rêveberiya Saziya civaka sivîl a Efrînê, Gulê Cefer li ser şewitandina daristana Girava Îmraliyê wiha got: "Em planên ku li ser Gelê Kurd û Rêber Apo tê meşandin bi tundî şermezar dikin. Ev bû 21 sal Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê de dîlgirtiye. Hiqûmeta Tirkiyeyê nahêle malbat û parêzer pê re hevdîtinê pêk bînin û tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Şewitandina daristana Îmraliyê bi plankirî hat kirin, heta niha jî agahiya me ji Rêber Apo nîne, ji ber dewleta tirk nahêle ku parêzer biçin Îmraliyê. Banga me ji gelê azadîxwaz û dewletên navneteweyî heye ku bi erkên xwe ya mirovî rabin."   'Şewitandina daristana Îmraliyê dewama komployê ye'   Nesrîn Cimo jî diyar kir ku şewitandina daristana Îmraliyê dewama komploya navneteweyî ye û wiha domand: "Dewleta tirk daristana Îmraliyê şewitand, ev yek jî bi zanebûn bû û dewama komploya navneteweyî ye. Em ê li dijî kiryar û hovitiya dewleta tirk her li qadan bin û heya ku em agahiyek ji Rêber Apo bibîsin."   'Em ê çalakiyên xwe dewam bikin'   Rêveberiya Kongreya Star a Efrînê Emîne Silêmanwiha got: "Îro gelê Efrînê ji 7 salî heta 70 salî li ser piyan in û li benda agahiyek ji rewşa Rêber Apo ne. Divê heta niha parêzer û malbat derbasî gel Rêber Apo bûbûyana, lê dewleta tirk a dagirker nahêle. Em heta agahiyek ji Rêber Apo bigirin em ê her li ser piyan bin û çalakiyên xwe bidomînin.”   'Dewleta tirk nahêle parêzer û malbat biçin Îmraliyê'     Dayika Sadiqe Mehmûd jî wiha got: "Em bes benda başbûna Rêberê xwe ne, dewleta tirk bi zanebûn nahêle ku parêzer derbasî Îmraliyê bibin, ji ber ew şewat bi zanebûn hatiye derxistin. Hemû dinya ji bo vê mijarê bêdeng e. Heta Rêxistina mafê mirovan jî bêdengiya xwe diparêze. Em ê her li ser piya bin û benda agahiyên başbûna Rêber Apo bin."