Şêniyên Hesekê û Dêrîkê daketin qadan 2020-02-28 18:43:57   HESEKÊ/QAMIŞLO - Piştî bihîstina agahiyên derbarê şewata daristana li Girava Îmraliyê gel daketin qadan û dest bi çalakiyan kirin.    Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî bihîstina agahiyên derbarê şewata daristana li Girava Îmraliyê gel daketin qadan û dest bi çalakiyên meş, daxuyanî û grevan kirin. Îro jî şêniyên Hesekê û bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin.    Bi pêşengtiya Hêza Parastina Cewherî gelê Hesekê daketin qadan   Bi pêşengtiya Hêza Parastina Cewherî bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê  li dijî şewitandina daristana li Girava Îmraliyê daketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Duh şewat li daristana li Girava Imraliyê rû da. Îro bi pêşengtiya Hêza Parastina Cewherî şêniyên bajarê Hesekê daketin qadan û banga keşifkirina rewşa tenduristî yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. Meş li ber Konê çalakiyan li taxa Kelasê dest pê kir. Meşvanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Hêza parastina cewherî û pankartên bi nivîsa "Pêwist e parêzerên Ocalan bi lez berê xwe bidin Imraliyê" û "Bê serok Jiyan nabe" hilgirtibûn.   ‘Dewleta tirk berpirsê her xeteriyek li ser tendurstiya Ocalan e'   Meş li ber Navenda Şaredariya Kantona Hesekê li taxa Kelasê veguherî mitîngê, piştî deqeyek rêzgirtin Hevserokê Hêza Parastina Cewherî Liqman Edhem û Endama Kordînasyona Rojava Remziya Mihemed axivîn.   Di axaftinan de wiha hate gotin:   "Di şewitandina daristana Imraliyê de dewleta tirk dixwaze me ji Rêberê me qut bike, lê bila baş bizanibe ku em tu carî teslîm nabin û herdem silogana me berxwedan e. Dewleta tirk ji sala 1999’an de di şexsê Rêber Apo de siyasetên xwe yên tunekirinê û koletiyê li ser gelê herêmê pêk tîne, bûyera şewata daristana Imraliyê nûbûna komploya 1999’an e, lê dewleta tirk berpirsa her xeteriyek li ser tenduristiya Rêber Apo ye . Em saziyên mafên mirovan sûcdar dibînin ku li hember kiryarên ku li ser Rêber Apo û gelên Bakûrû Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin bêdeng dimînin, ka mafê mirovan? Em ê şev û roj çalakiyan li dar bixin heya ku em rewşa Rêberê xwe nas bikin."   Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.   Şêniyên Dêrikê daketin qadan   Şêniyên bajarê Dêrîkê li dijî şewata li girava Îmraliyê û naskirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herîkîn qadan.   Piştî bihîstina agahiyên derbarê şewata daristana li Girava Îmraliyê, şêniyên bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişloyê daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin. Meş ji navenda ciwanên şoreşger dest pê kir heta ber naveda PYD'ê dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû hildan.    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama saziya oldaran Ehmed Subhî ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:    "Em wek Kongreya Civaka Îslamiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta tirk û serokê wê Erdogan şermezar dikin. Piştî ku me agirê li daristana Îmraliyê nêzî cihê Rêber Apo tê de ye bihîst, hêrsa me li tevahî gundewar û bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Em dixwazin malbat û parêzerên Rêber Apo biçin Girava Îmraliyê û agahiyekê bibihîsin.    Em wek Gelê Kurd şewata daristana li Girava Îmraliyê ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve pêk hatî şermezar dikin. Em bang li tevahî cîhanê û hemû dewletên navneteweyî dikin da ku hesab ji Erdogan were pirsîn. Erdogan li pêşiya dadgehên navneteweyî li ser van komkujî û sucên nemirovahî were darizandin. Bila Erdogan bizanibe li hember hovitiya wî, gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek dest in. Em ê bi tevahî pêkhateyên xwe parastina axa xwe bikin û serkeftin ya me be."   Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.