Meclîsa Edaletê û rêxistina mafên mirovan têkildarî şewata Îmraliyê daxuyanî da 2020-02-28 15:44:52   KOBANÊ - Duh li agir bi daristana Girava Îmraliyê ket. Meclîsa Edaletê, Yekîtiya Parêzeran û Rêxistina Mafên Mirovan ên herêma Firatê ji bo rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê zanîn daxuyaniyên cuda dan.   Meclisa Edaletê, Yekîtiya Parêzeran û Rêxistina Mafên Mirovan ên herêma Firatê di derbarê şeweta daristana ku duh li Îmraliyê derket û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin bê rakarin, daxuyaniyên cuda dan.   Daxuyaniya Meclisa Edaletê û Yekîtiya Parêzeran ji aliyê Endamê Meclisa Adaletê Nebîl Çawuş ve li ber deriyê navenda wan hat xwendin. Daxuyaniya Rêxistina Mafên mirovan a herêma Firatê ji aliyê Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan Nesrîn Elî li ber deriyê navenda wan hat xwendin.   Daxuyaniya Meclisa Edaletê û Yekîtiya Parêzeran ên herêma Firatê wiha ye:   "Dewleta tirk kiryarên xwe yên binpêkirina zagonên navneteweyî berdewam dike. Dewleta tirk di Îmraliyê de tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo dide meşandin û rê nade ku malbat û parêzer hevdîtinan bi awayê zagonî çêbikin. Dewleta tirk bi erkên xwe yên şopandina rewşa tendirûstî ya Rêber Apo di zindanê de ranabe. Dewleta tirk tenê bi van kiryaran nesekinî herî dawiyê duh şewata daristanan li cihê ku Rêber Apo lê dimînine derxist û jiyana Rêber Apo ket xeteriyê. Dewleta tirk di ber tenduristî û ewlekariya Rêber Apo de berpirsyar e. Dewleta tirk di girava Îmraliyê de hemû rêgezên mirovahî binpê kiriye.   ‘Sînorekî ji kiryarên dewleta tirk re deynin û cezayên giran li ser ferd bikin'   Li ser vî esasî em bang li rêxistina afû ya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku demildest mudaxale bikin, ji kiryarên dewleta tirk ên nezagonî re sînorekî deynin û  cezayên giran ferz bikin .Em ji dadgehên navneteweyî daxwaz dikin ku Erdogan wek serokê terorîstan di cîhanê de bê cezakirin li ser sûcên ku li Sûriyê kirî û bi hezaran gelê Sûriyê da qetilkirin û bi taybet jî Gelê kurd dan koçberkirin, demografiya herêma Efrîn, Serêkanî û Girê Spî da guhertin."   Daxuyanî rêxistina mafên mirovan wiha ye:   “Dewleta tirk 21 salin kiryarên xwe yên ne zagonî di derheqê Rêbber Apo de bi rêya tecrîda girankirî û astengkirina hevdîtinên malbat û parêzeran re dide berdewam kirin. Herî dawiyê jî duh şewat li girava Îmraliyê derket ev yek jî jiyana Rêber Apo kir xeteriyê, dewleta tirk jî heta niha di derbarê rewşa tendirustî ya Rêber Apo de tu agahî nedaye.   Wek rêxistina mafên mirovan a herêma Firatê van kiryarên dewleta tirk ên di derheqê Rêber Apo de em şermezar dikin. Em ji CPT daxwaz dikin ku demildest di derbarê rewşa tendirustî ya Rêber Apo de raporekê bide. Em bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî, dadgeha mafên mirovan a Ewropayê û civaka navneteweyî dikin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku rewşa tendirustî ya Rêber Apo eşkere bike û tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Apo rakin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.