Pêkhateyên Hesekê: Em ê şev û roj li qadan bin 2020-02-28 15:19:53   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Pêkhateyên bajarê Hesekê teqez kirin ku dê şev û roj li qadan bin heya agahiyek ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigirin.   Agir bi daristana Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 21 sal tê de girtiye, ketibû. Li dijî vê yekê li seranserî Rojava meş, daxuyanî, grev û konê çalakiyan dest pê kirin. Kongreya Star a Kantona Hesekê konê çalakiyan veda û bi sedan pêkhateyên bajarê Hesekê tevlî çalakiyê bûn.   'Em ê şev û roj li qadan bin'   Jina bi navê Selwa Ezo ku ji pêkhateyên suryan e diyar kir ku şewata li Îmraliyê pêk hat bi zanebûn e û wiha dewam kir: "Em wekî pêkhateyên Suryan şewata li Îmraliyê duh pêk hate şermezar dikin. Em îro tevlî konê çalakiyê bûne. Em dixwazin rê ji parêzerên Rêber Apo were vekirin da ku em rewşa Rêberê Neteweyî Ocalan bizanibin. Em wekî jinên kurd, ereb û suriyan şev û roj li ser piya bin heya em agahiyek li ser Rêbertî bigirin."   'Bûyera şewata li Îmraliyê dewamiya komployê ye'   Zibêda Bîco jî destnîşan kir ku şewata li Îmralîyê berdewamiya komployên navneteweyî ye û wiha pê de çû: "Bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî kiryarên dewleta tirk ên li ser hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û  tecrîda li ser Rêbertî her wiha qedexekirina serdana parêzeran di vê bûyera şewatê de nîşana razîbûna dewletên navneteweyî dide. Em jî wekî dayikên Hesekê ji tevahî cîhanê re dibêjin rabin ser piyan û xwedî li Rêber Apo derkevin. Rêber Apo ji bo azadiya tevahî gelên bindest xwe feda kir. Xwedîderketina li Serokatî erka hemû jinan e ."   'Şewata Îmraliyê demokrasiyê hedef dike'   Jina bi navê Nisrîn Mecdel ku ji pêkhateyên ereb e bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ku wan ji koletî û tarîtiyê xelas kir û wiha axaftina xwe domand: "Em wekî jinên ereb deyindarê Rêber Apo ne, ji ber ku bi saya fikir û felsefeya Rêbertî em azad bûn. Îro azadiya jinê yek ji deskeftiyên fikir û felsefeya Rêber Apo ye, yê ku xwedî li Rêber Apo derdikeve jin e. Em dixwazin parêzerên Ocalan bi lezgînî serdana Îmraliyê bikin û agahiyek li ser rewşa Rêber Apo ji me re bînin. Şewata Îmraliyê demokrasiyê hedef digire."